diłit birdim be yekcarî be neş’ey xettî řengînit

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 1 Xulek  975 Dîtin
diłit birdim be yekcarî be neş’ey xettî řengînit
meta’î ’eqił û hoşt bird be ẍunçey lêwî şîrînit
diłit xistûme naw çahî zenexdan û esîrit kird
perêşane be zincîrî dû gîsûy zułfî çîn çît
zyaretgahî ’uşşaqe hemîşe wek ḧecer xałit
fîdayî ke’beyî řût bim ewa hatûme ser dînit
le hîcranit ewa mirdim kewa peşmîne řûm tê ke
temaşay gułşenî řût kem bibînim kułmî le’lînit
le herlayê ewa hatûn sefî ’aşiq lebo dîtin
minîş hatûm îşaret ke be kuştin çawî şahînit
fitway kuştin bide qurban biłê celladî çawit bê
bika ba tîre baranim be dû ebroyî qewsînit
mesîḧadem le paş mirdin were ser qebrekem carê
minîş secdekunan hestim be yadî ’îşqî dêrînit
biłê wa hate pabûsim şehîdî tîẍî ’îşqî min
bifermû ba xełatî ken le gencî sîney sînit
le meḧşer ger biłên ’asîNasnava edebî nîşanit kwa şehîdî to
le hercê řa ebwêrim min be şahîd penceyî xwênit