meḧmûdî cemalit ke eda lafî emaret

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 1 Xulek  761 Dîtin
meḧmûdî cemalit ke eda lafî emaret
çend cwane lewê xałî eyazit be wezaret
mijganî be carê ke deken hêrşîy tîr
deyben be ḧezînî diłekem wa be esaret
ew perçeme řeyḧane ke perjîne le gułşen
mumkîn nîye bo bulbulî dił bête nezaret
zułfî wekû zincîre le pêy ’aşiqî bêçar
gerden keçe bo şîrî birot dił be ḧeqaret
were ey diłberî ře’na meke qetiłim be birot
dił bê be fîday pençe û ew lêwî ciẍaret
’asîNasnava edebî nîye hoşî çîye şaysteyî mediḧit
xot ḧakmî teḧsînî leser textî sedaret