eme karesatêk buwe ke be dastanî gwêy...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 6 Xulek  777 Dîtin

eme karesatêk buwe ke be dastanî gwêy agirdan le naw kurda eygêřnewe, le wêney eme karesatêk ke řûy dawe û dastan nîye. her le řastîda řûy dawe. emeş bo řûdawî mêjû egêřmewe:

zistanî sałî 1919 zistanêkî sext û tûş bu. giranî gewreş hêşta paşeleqey mabû. bê ḧukumetî û bê aramî xêwetî řeşî xoy beser wiłata hełdabû. mîrza seyfułła hebû le sine pyawêk bû xoy be xoy pê geyştibû, dewłemend bûbû. bûbû be xawen pare, małekey tozê kewtibuwe qerax şarewe. her xoy û jinekey bû lew małe gewreda, {tt|jêrmałe|keyşyan hebû. jêrmałe ewe bû ke ehlî ladêkan leber lêşawî ’irûs û leber felaketî giranî řûyan ekirde şareke. ew małey ke tozê ḧałî paş bwaye jêrxanêkî eda be yekê le wane bebê ewe parey lê werbigrê. ewanîş xizmetî małekeyan ekird, le ban małîn, le nan kirdin û ḧacet şitin. dîsan xawenmałîş yarmetî xwardemenî û cilubergî koneşî edan. bemaneyan ewt «jêrmałe».

mîrza seyfułła jêrmałeyekî way xełkî dê «xirose»y le mała hebû. em jêrmałeyşe her xoy û jinekey bû. şarezay hemû suçêkî małeke bûbû, tenanet eyzanî sindoqî parekey mîrzaseyfułła û demançekeşî le kwêye.

em kabray jêrmałe legeł sê kesî tirî xełkî dereweda qise eka be yek ke şew le nakawêk bên, em qapî ḧewşeyan bo bikatewe mîrza seyfułła xanebgîr biken. xanebgîr ewe buwe ke, be şew desteyek eçne ser małêk be bê teqe û hera eçne jûrewe, xawenmał egirin û eykujin. nextîne û şitî tir ke be wezin sûk û be qîmet girane eyben û eřon. ḧukumet û şiteş nîye ta şwênyan kewê, ew hejare hem serî eřwa, hem małî!. şewêkî tof û befir û tarîk sê keseke dên -ke pêştir jwanyan girtibû- kabray jêrmałe qapî ḧewşeyan bo ekatewe û qapî lew dîwewe da’exen. mîrza seyfułła û jinekeşî nustûn, pêş hemû şitê eçin demançeke lejêr serya der’eken, emca çira heł’eken û berdemax eden, mîrza seyfułła heł’estênin û ber’ebne ser û potelakî. yekêkyan dest egrê beser demya nayełê dengîşî derçê, jinekeşî serînêk exene serdemî û jinî kabray jêrmałey be lawe da’enên ta xefe ebê. mîrza seyfułła herçende epařêtewe û hawar eka bê kełk ebê. jêrmałekey xoy enasêtewe, ełê kuře eme pyawetî nîye to eykey, etnasim. çîm heye bîben memkujin. jêrmałe ke ezanê ناسیûیەتەەûە çeqoyek dênê be milya serî ebřê. bîrêk le ḧewşekeda ebê laşekey exene bîrekewe.

emca be şêneyî sindûqe pare û zêr û zîw û nextîney tir çî ebê -ke kabray jêrmałe şarezay hemûyetî- eyhênin leser kursîyek beşî eken û her kese beşî xoy exate tenkey baxełî û lê eden eřon. jêrmałeş qapyan leser da’exatewe û ewîş legeł jinî xoyda exewê. beyanî hera peyda ebê ke małî mîrza seyfułła xanebgîr kirawe. jêrmałeş ełê min agam le hîç nîye, be şwênî çořawgey xwênekeda laşeke le bîreke edoznewe, derî’eken û eynêjin.

řêkewt çon ebê, xizmêkî mîrza seyfułła ebê «aẍe bawa»y naw ebê, dûkanî ’etarî ebê le lay mizgewtî ḧacyewlesen. ew şewe ke mîrza seyfułła ekujrê, yekê le dizekan le beyanîda eçête lay aẍebawa şit bikřê, kîse û yenmorekey mîrza seyfułła lay ew ebê. kîse û yenmorekey derdênê û pare der’eka. aẍebawe çawî pê ekewê eynasêtewe ke eme hî mîrza seyfułłaye, bełam hêşta xeberî kuştinî ewî nebîstuwe. kabra eřwa le paşa kuştinî mîrza seyfułła biław ebêtewe. aẍe bawa xoy eygêřayewe eyut le tirsî ewe ke newek ew dizane biłên ewîşman legeł buwe, her dengim nekird, çunke dinyayeke zor bê serubere bû. lewane bû ḧukumete pûçełey ew wexte minyan bigirtaye û dizîş lew lawe bo xoy derbiçwaye.

le paş yek dû řoj jêrmałekeş le małî mîrza seyfułła bar eka û eřwa. ew kesane ke ew îşeyan kirdibû hemû hîç û pûç û nedara bûn. gelê xełkî şareke eyannasîn ke hejar û latin, çunke eçûn quřekaryan ekird řojê be qeřanê ya qiřan û nîwêk. ew pareye be kułemergî beşî ekirdin, çunke ta řojê ’emeleyyan dest ekewt çwar řoj destyan ne’ekewt. keçî le dway ew karesate be bê řeḧmane pareyan xerc ekird û eyanxiward,.xełkeke emeyan ezanî, bełam qet diłyan be lay eweda ne’eçû ke emane tawanêkî wayan kirduwe, ḧukumetêkî řêkupêkîş le nawa nebû ta le îş bikołêtewe.

le paş maweyek le serdemî ḧukumetî «şerîfudewle»da, jinî kabray jêrmałe legeł mêrdekeya ebê be şeřyan, jine sê û dûy lê naka eçête lay şerîfudele ełê mêrdekey min legeł sê kesî tir mîrza seyfułłayan kuştuwe. şerîfudele naw û nîşanî kabra wer’egrê û jine lay xoy gil edatewe, dem û dest enêrê kabra egirin. kabra exate jêr eşkencewe, řastî sê kesey tirîşî pê ełê û naw û nîşanî ewanîş lew wer’egrê, sê keseke yekêkyan her le nawşar mabû, duwekey tir çûbûne derewe, enêrê ewanî tirîş peyda eken û eyangirin. hemû dan enên beweda ke ewan mîrza seyfułła yan kuştuwe. şerîfudele le encama her sêkyan tîrbaran eka û jinekeş be ḧepsêkî dirêj ḧepis eka.

em karesatî xanebgîrkirdinî mîrza seyfułłaye le serdemêka bû, ke ebulḧesen xan «serdar miḧî řiştî» sine buwe.