le qisey gwêy agirdanî kurdîyewe ełê řojêk...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 6 Xulek  1071 Dîtin

le qisey gwêy agirdanî kurdîyewe. ełê:

řojêk sułtan meḧmûd û heyasî xas be naw bazařa eřoyştin, temaşayan kird pyawêkî řîş sipî sê komełe xołî le berdemaye hawar eka ełê: em komełe xołane her yeke gewherêkyan le nawaye eyanfiroşim. kê eyewê bêt byankiřê. sułtan meḧmûd gwêy le qisey kabra bû, witî em kabraye çend gewce, eger gewheryan le nawaye bo çi xoy gewherekan hełnagrê? heyas witî êsta min eçim be layewe bizanim çîye. çû witî mamey řîş sipî çonî efroşî? witî komełêk be lîreyek. sułtan meḧmûd witî eme qiseye, çon gewherêk be lîreyek efroşê? heyas witî min eykiřim. witî mame eme lîreyek û komełêkim pê bifroşe. witî danîşe. heyas danîşt, mame çêwêkî girt be destewe naye ser komełêk witî; eger nihênyekit hebû be lay jineketû neyłêy. witî yekêkî tirim pê bifroşe. witî bêne lîreke. lîrey daye û witî hergîz pişt be załim mebeste û řûy xoşî ḧakim hełtinexełetênê û ew komełşî têkda. mayewe komełêkî tir. witî yekêkî tirim pê bifroşe. witî bêne lîreyek. lîrey daye û witî hergîz xizim be bêgane nedeyt. ew komełeşî têkda. heyas witî mame bo çî xołeket biław kirdewe? witî ewe yanî em xołe beser ew kese ke be gwêy em amojgaryaney min nekat.

heyas legeł sułtan meḧmûda řoyştin. sułtan witî be heyas; bom derkewt to lew pyawe bê eqłitir û gewctirît. heyas witî başe.

sułtan «xuşmê»yekî hebû zorî xoş ewîst. xoşmîş ewende cwan bû hemû kes her xoşî ewîst. bo xoy be arezûy xoy serî be hemû mał û dukanêka ekird. kes nebû řêgay lê bigrê. leber ewe ke be bê seruber be hemû layekda egeřa wa qełew bûbuwewe her nebêtewe. řojêk serî kird be małî heyasa. heyas jinekey le mał nebû, çû xuşmêy birde jûrêkî jêr zewyewe şardyewe. mêyêkî her wekû ewî hênaye ḧewşekewe, lew wexteda jinekey hatewe. witî afret eme xuşmê sułtane. zor çaxe, xwa nardûye, qapyeke daxe, serî ebřîn ba kes pêy nezanê bo xoman eyxoyn, toyş deng meke. jine qapî daxist û heyas meřî ser biřî, girûyan û xistyane dîze û hełyangirt. yek dû řoj ke xuşmê dyarnebû sułtan pyawî xiste nawşar ke bîdoznewe, her dyarnebû. witî her kes em xuşmêyey minî le naw dabê serî ebiřim. em heřeşeşî kird îtir soraxî xoşmê be tewawî biřa û sułtanîş zor boy bê taqet bû. řojêk heyas leser şitêkî hîç legeł jinekeya bû be demeqałeyan. jine witî to ewe nît ke xuşmê sułtanit ser biřî û le nawit da? her êsta eçim xeberit lê edem. heyas witî afret! afretî çak be, min kirdim to netkirdibê, eger êsta to biçît xeber bidey sułtan serim ebřê. jine witî min emane nazanim, ’ezyetî zorimit dawe. eçim heqî xomit lê ekemewe, her çend heyas destewdamanî bû bê kełk bû. çû bo lay sułtan û witî:

em heyase ke to be yekem diłsozî xotit ezanî, eweta ew xuşmêketî le berçaw minewe ser biřî, her çend hawarim lê kird şitî wa neka be gwêy nekirdim. witî her ebê daxêk berme diłî sułtanewe.

sułtan çuwe deryay ẍezebewe. witî adey heyasim be bałbeste bo bênin, her ebê êsta xwênî ewîş berme lay xwênî xuşmêwe. heyasyan be qołbesteyî hênaye ḧuzûr. sułtan řûy tê kird û witî eme hemû nimekeket bû ke etzanî min ew xuşmêyem çend xoş ewîst to biçît serî bibřî û bew core min tûşî xefetî ew bikey? adey celad, serî le leşî cya kerewe. sułtan bergî ẍezebî poşîbû, her çende heyas witî padşahim min şitî wam nekirduwe bê kełk bû. witî le jinî xot bew lawe kesî tir heye ke bew core lêtewe nizîk bê? ew hatuwe xeberî lê dawî, gwaye ew diro eka û to řast ekey.

leber ewe ke sułtan çûbû be ẍezeba ew hemû dost û nasrawe ke heyas heybû lêy kişanewe û wityan yekê ewnde bednimek bê her kuştinî başe. destî xoş bê sułtan, ba bîkujê.

hendê xizmî řûtełe û hejar û feqîrî heyas hebûn, ke bîstyan wa sułtan meḧmûd heyas ekujê, her yeke çî ber pel kewt le dar û le têła, kobûnewe û bû be hera hera û denge deng ber baregay sułtanyan girt. wityan ya emeye ebê êmeş ser biřî, ya ebê le xwênî heyas xoş bibî. sułtan meḧmûdîş çuwete bergî ẍezebewe û le qisey xoy nayete xwarewe. ełê her ebê bikujrê. xizmekanîşî ełên ebê pêşa ême bikujî ew wexte heyas bikuje.

îş ke geyşte êre heyas bangî kird: padşahim! memkuje, xuşmêt ewa le jûrî jêrzewî małekey minaye, binêre bihênnewe. sułtan zor serî sûřma. le řastîda nardî hênayan. seyrî kird řaste xuşmêkey xoyetî. hesta destî kirde milî heyas, maçî kirdewe û daway lêburdinî lê kird. heyas witî padşahim min û to taze pêkmanewe namankirê. bełam eme ew sê koga xołeke bû ke le mamey řîş sipîm kiřî û to witit to lew gewctirît, min wîstim her sêkit bixeme berçaw.

min bednimek nîm, řojêk xuşmê hate małî ême, min birdim şardimewe, meřêkî tirim hêna û be jinekemim wit eme xuşmêy sułtane serî ebřîn. deng mege eger sułtan pêy bizanê serim ebřê. jinekem ew nihênyey řanegirt û hate lay to ewey witî, witî.

duwem min dost û xełkêkî zorim be dewrewe bû ke çakem bo hemûyan bûbû. ke hate wextî teng û çełemey naxoşî hemûyan piştyan tê hełkirdim û lêm tekînewe. ewey ke hat be hanamewe tenya xizme hejarekanî xom bûn ke hîç çakeyekîşim boyan nebûbû we bełkû hemû dem her lêyan dûr ekewtimewe.

sêyem ewe bû witî be qisey xoşî padşa hełnexełetêt. řast bû, em hemû lutif û mîhrebanyey ke to legeł minit hebû, hemût be meřêk gořayewe. wîstim sê gewherekey mamey řîş sipît sûrawsûr pîşan bidem û xot be çawî xot byanbînî.

heyas emaney wit û lêy da řoyşit tora, sułtan meḧmûd gelê be şwênya geřa neydozyewe ta be hoy karesatî gîskekewe dozyewe û aştî kirdewe. heyasîş îtir lew wexte be dwawe xizmekanî xoy le xoy ko kirdewe, ew piştey ke caran be xełkî ebest bewanî best.