ezanî dastanî gîskekey heyas çon buwe le...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 4 Xulek  3697 Dîtin

ezanî dastanî gîskekey heyas çon buwe?

le dastanî kurdîye, ełê:

heyasî xas carêk le sułtan meḧmûd leser karesatêk tora û xoy lê win kird. çû le dêyek le lay pyawêkî dem sipî ew dêye bû be sepan. sułtan meḧmûd řayspard herçî kełên û qujbinî memleket hebû geřan, řêyekyan le heyasewe bedî nekird. sułtan be tewawî kewte peroşewe û karubarî wiłatekey leber nebûnî heyas be tewawî ałoza. emca kewte ser ewe ke bełkû be fêł bîdozêtewe, cařî da be wiłata ke her kes meřdar û şwankareye we herkes pyawmaqûł û karbedeste, ebê le fiłane řojda hemû le baregay sułtan ḧazir bin û kes dwa nekewê. bo ew řoje ewaney ke sułtan emrî dabûn hemû ḧazir bûn. sułtan hênay her yeke gîskêkî danê. witî emewê her le êstawe ta çil řojî tir her yeke ke gîskî xoy bird le dway çil řoje bîhênêtewe, em gîske zyad bika edem le serî, kem bika her edem le serî.

yekêk lew kesane ke le naw em ḧeşamateda bû ew kwêxaye bû ke heyas le layewe bûbû be sepan. ’alem her yeke gîskî xoy wergirt û řoyşit. kwêxay lay heyasîş yekêk bû le wane. em ’aleme be carê her yeke le ’astî xoy kewte tirs û lerzewe û řêy em îşey bo bedî nekira. gîsk eger şitî nadeytê mirdar ebêtewe, eger eydeytê zyad eka. eger jem jem eydeytê herwekû xoy namênêtewe. emeş encamekey serfewtanî têdaye.

kwêxay lay heyas le hemû kes zyatir kewte peroşewe, çunke meřumałatêkî zorî heye û le meřdarîda be pispoř nasrawe. keçî le encama hîçî bo nakirê û ebê serî xoşî tya bidořênê. her be tewawî kewte peroşewe, dinyay řûnakî lê bû be şewî tarîk. heyas pirsî kwêxa ewe çîye wa xwardin û xwardinewet lê hełgîrawe? witî řołe eme karesatekeye. heyas witî eger řastim lê nałêyt min em îşet bo çar ekem. witî kuřim min eme bayîsî serme. to eger emem bo bikey serim estênîtewe, ço řastit lê ełêm?

heyas witî her çend biřwaş nakem, bełam nimekim kirdûy. emet her bo ekem û řizgarit ekem. bêne bêçuwe gurgêkim bo peydake û îtir îşt nebê. kwêxa çû bêçuwe gurgêkî peyda kird û hênay day be heyas. emca heyas kewte îş.

carê hênay pêş hemû şitêk didanekanî pêçuwe gurgî hełkend û emca bestyewe. hênay gîskî girte co û qersîl, têrî xward û quney ekird. ke ekewte êware eybird be lay bêçuwe gurgekewe. gurg ke çawî pê ekewt pelamarî eda, bełam bestirabuwewe hîçî pê ne’ekira. gîskîş ke çawî be gurg ekewt henawî ekewte xwarewe, ewî xwardibûy be tirs day’enayewe. eybirdewe têrî ekirdewe, bo beyanîş dîsan way lê ekirdewe, gîskî bestezman ewey eyxiward be tirs day’enayewe.

ta mawey çil řoj heyas eme karî bû legeł ew gîsk û gurgeda. paş çil řoje witî be kwêxa bîbewe bo sułtan. kwêxa gîskî bird û çû. ’alemî tirîş her yeke be xoyan û gîskî lay xoyanewe hatnewe. sułtan seng û terazwî hênayewe meydanewe. destyan kird be gîsk kêşan, seyryan kird hemûy zyadî kirduwe. gîskî waş hebû her êsqanekey mabû kemî kirdibû. sere hate ser gîskî lay kwêxa, ke kêşayan seyryan kird legeł seng û berdî heweła herweku yek waye, ne zyadî kirduwe û ne kem, legeł eweşa hîç nexoşyekî nîye.

sułtan ke emey destikewt le xełkekey tir xoş bû û witî biřon min her mebestim eme bû wa destim kewt. înca kwêxay hênaye jêr pirs û cwabewe ke çon em gîsket wa hêştotewe? ewîş beserhatî gîsk û gurgî bo gêřayewe. witî kê em tegbîrey bo kirdûy. witî kes, her xom kirdume. sułtan witî min emane nazanim, ya ebê pêm biłêyt ya etkujim, xistye jêr eşkencewe. lew laşewe be heyasî wituwe ke deng naka û řastî pê nełê. ke îş geyşte eşkence û eşkence karî û ser tyaçûn, witî şahim! bese pêt ełêm. witî kuřêkî sepanim laye em tegbîre, tegbîrî ewe.

sułtan ewa heyasî be eqłî xoy dozyewe. emca nardî hênayanewe û aştî kirdewe, kwêxaşî xełat kird û nardyewe bo małî xoy be xoy û be gîskyewe.