ełê le serguzeştî kurdîye carêk pyawêk...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  507 Dîtin

ełê le serguzeştî kurdîye:

carêk pyawêk legeł jinekeya le mała kewêkî sûrewe kirawyan leberdema bû eyanxiward, lew wexteda hejarêk hate ber derga, daway şitêkî lê kirdin, pyaweke hesta çuwe derewe derî kird û gelê qisey naşîrînîşî pê wit!

zeman piştî le kabra hełkird, mał û saman nema û jinîşî tełaq da. jine çû mêrdî kird be pyawêkî tir. řojêk le řojan jine legeł mêrdekeya be xoşî danîştibûn kewêkî sûrewekirawyan leber dema bû, destyan dirêj kird bo xwardinî û neyankird. swałkerêk hate ber dergake witî: leřêy xwada şitêkim bidenê bîxom, pyawe be jinekey wit biço em kewey bem nanewe bo bere ba bîxwa. jine çû, seyrî kird eme mêrde konekeyetî! nanekey daye û be giryan geřayewe. mêrdekey pirsî: ewe boç egrî? ewîş karesatekey bo gêřayewe, ke jinî ew pyawe buwe û carêk kewêk le berdemmana bû feqîrêk hat daway şitêkî kird bîxwa ewîş çû derî kird û gelê qisey naşîrînîşî pê wit. pyaweke witî: desa wełła ew hejare, ke hate ber dergaketan ewe min bûm!