kabrayek le dołpemû fêrbûbû...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  583 Dîtin

kabrayek le «dołpemû» fêrbûbû be ḧucrey feqêyekan. hemû řojê le katî nan xwardinda eçû da’enîşt û ebû be şerîkyan û eyut ay nisîb bemcore feqêkanî boje kirdibû. řojêk leser şêwey caran çuwewe, feqêyek le feqêkan zor dax le dił bû lêy. kabra her ke danîşt, feqêke hesta û hate wêzey şil û kutî kird û witî ay ecel. îtir kabra bibřay neçuwewe bewêda.