kabrayek hebû lew ber kêwe mam ewłay...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  536 Dîtin

kabrayek hebû lew ber kêwe «mam ewła»y naw bû. her çend lêyan epirsî mam ewła ’umirit çende? eyut penca û pênc sałe. wa řêkewt le paş de panze sałî tir lêyan pirsîwetewe mam ewła ’umirit çende? her wituye penca û pênc sał. eyanut axir çon ebê pêş de panze sał penca û pênc û êsteş her penca û pênc? ewîş eyut biram pyaw ebê leser qisey xoy bê, nabê her řojey qiseyek bika.