mela ḧememînî şanezerî şatrî hebû ’êl...
Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
1 Xulek
713 Dîtin
mela ḧememînî şanezerî şatrî hebû, ’êl serewjûr ebêtewe bo kwêstan, em le şarezûr eçê bo aş, gabarekey emrêt û pekî ekewê. małe gewre «meḧmû paşay caf» le dwawanî zêy zełim û tancero xistûyetî. heł’estê eçê bo lay meḧmû paşa û ełê to kêyt? paşaş ełê to kêyt? ełê:
min ḧememîn şanezerim
segî qapî şa ’umerim
’êl serewjûr bo kwêsan
min magmesew desewsan
gîrim xwardige le aşa
hawarim bird bo paşa
çarim bika lem derde
gabarêkim bo berde
barî lê nêm řuwew û ’êl
ba pêm neyêjin tutkî xêł
paşaş dû gabarî edatê û eřwa.