witî ewa seyr ekem dû kabra şeřyane û...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  558 Dîtin

witî: ewa seyr ekem dû kabra şeřyane û ber bûnete ser û gwêlakî yek. witim ewe çîtane? boç be yeka hełzinawin? yekêkyan witî kuře min mîwanim hatbû û çûm mirîşkêkim bo serbiřî. qaçekanim hêna hełmiwasî beser dergakey xomana bo ewe xełk bizanin ke min mirîşkim kuştotewe. keçî em kabraye hatuwe qaçe mirîşkekey leser dergakey min labirduwe û beser qapî ḧewşekey xoyewe hełîwasîwe bo ewe şanazî pêwe bika û xełk wa bizanin ke ew mirîşkî kuştotewe.