kabrayek hebû le sine swa wilesenî naw...
Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
1 Xulek
790 Dîtin
kabrayek hebû le sine «swa wilesen»y naw bû, tozê řonî kirdibuwe kełeşaxêkewe, her wext ke eçuwe derewe nîwey çewryesanêk le řonekey ehêna be dest û pil û dem û simêłya le naw xełka xoy pêwe heł’ekêşa û eyut bexwa îmřo çêştekeman zor çewr bû.
řojêk kutupiř pişîleyek kełeşaxeke efřênê. kiçêkî hebû heray kird bo lay bawkî -ke le mizgewt le naw xełkekeda danîştibû- hawarî kird babe hîneke kitik birdî. witî řołe hîneke çes? hîç bîrî belay kełeşaxekeda neřoyşit, çuke wa be qaymî hełî girtibû şeytanîş ney’edozyewe. witî babe ewey simêłekanit pêy çewr ekird.