kabrayek hebû le suleymanî pêyan ewt eḧe...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  531 Dîtin

kabrayek hebû le suleymanî pêyan ewt eḧe çeqeł, řojêk hat beserya elê derim goştî kiřî le emîn çîtir. goştî naye ser agir û neyna, pêyan wit: legeřekî hołî mewlûdîye. her xêra goştekey le mencełeke dekird û birdyewe bo emîn çîtir, tozêkîş kemî kirdibû, bełam parekey her lê sendewe. ca emîn çîtir goştekey be destewe girtibû û bangî ekird: xełkîne werin eme goştî eḧe çeqełe bîkiřn.