kabrayekî çerdaweřû hebû hîzeyek řonî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  563 Dîtin

kabrayekî çerdaweřû hebû hîzeye řonî hełwasîbû. hemû car ke nanî exward paruwekey heł’egirt eysû be hîzekeda û eyut em nane bew řone.

kabra mird û kuřêkî le şwên becêma. kuřeke le paş maweyek le daykî pirsî ew hîze řone çîye hełwasrawe? daykî witî řołe ewe řone. řeḧmetîyekey bawkit hemû car parûy heł’egirt û eysû be hîzekeda eyut em nane bew řone. kuřekeş witî ca daye ne’etirsa hîzeke kunî tê bibê. min naneke heł’egirim û her le dûrewe ełêm em nane bew řone. daykî witî:

oxey řołe! bawkit şukir wecaxî řûne. eger qingiłaşk bedem bawe bê, wecaxî bawik kwêrewe nabê.