kabrayek lew dewruberî dizeyye jinêkî hebû...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  525 Dîtin

kabrayek lew dewruberî dizeyye jinêkî hebû «guste»y naw bû. tozî pîwyan hełwasîbû, her wext guste şîwêkî lê binaye pîwekey ehêna le batî tame çêşt carêk eykird be mencełe şêwekeda û xêra derî ehênayewe. řojêk mîwanyan hatbû guste sawarî lênabû û hênay dayna. pyawe witî jineke şîweke hîç çewr nîye. jine sawarekey kirdewe mencełeke û çû carêkî ke pîwekey tê hełsûřand û witî to bezeyît be xota nayetewe, ew birame lo çi nexoş bikewê? de ba siktan biçê. paşan nerêy guste sûçî to bû.