melakey gundî hêro kitêbêkî tefsîrîy...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  660 Dîtin

melakey gundî «hêro» kitêbêkî tefsîrî le berdesta bû mutałay ekird, kitêbeke destinûs bû, bexetî gewre û ḧaşyey wird û sûr nûsrabuwewe. sofî şerîfêk be layewe danîştibû, ewîş serî şoř kirdewe beser kitêbekeda û pencey xiste ser xete diriştekan, witî mamosta emane exwênîtewe? mamosta witî a. sofî şerîf witî ay seg mela. emca pençey xiste ser xete wirdekan û witî em wirdaneş exwênîtewe? mamosta witî a. sofî witî ay beraz mela. witî ey ew sûrane? witî a. witî ay nêreker mela. melaş witî bese bese, sofî hemûy exwênmewe, îtir hîç nemawe.