eḧey caw carêk zistan ebê eçê bo ḧemamî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  559 Dîtin

eḧey caw carêk zistan ebê eçê bo ḧemamî miftî le suleymanî. ke dêtederewe le dergay ḧemam der’eçê «ba» lêy eda yekê le hêlkegûnekanî çirç ebê û eçê be nawa, emîş egeřê be şwênya û egeřêtewe bo ḧemameke. ferecî ḧemamçî lêy epirsê ewe bo geřaytewe?

ełê em ḧemame dizî têdaye, yekê le hêlkegûnekanmyan dizîwe. lem qisaneda ebin heway germ lêy eda hêlke gûn şoř ebêtewe û dêtewe şwênî xoy, mame ḧemed hest be qursayyek eka û dest bo nawlingî xoy dirêj eka, seyr eka hêlkegûn le şwênî xoyetî, ełê ferec dozîmewe, şitêk ke destî dizî lê nekewê her edozêtewe.