miḧemmed mela şerîf boy gêřamewe witî le...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  590 Dîtin

miḧemmed mela şerîf boy gêřamewe witî:

le gundî «gomeşîn» lew xoşnawetîye mam ewła kiçêkî heşt sałanî hebû, nawî «xece» bû. kuřêkî birazaşî hebû daway xecey ekird ke mamî bîdatê, xeceş řawestabû. mam ewłaş eyut kuřim zor minałe çon ebê? xece lew naweda hełîdaye witî be xuday babe hîç pek le min nakewê. mam ewłay hejar demî bû be tełey teqîwewe, naçar daye û řastîş bû xece çi pekî pê nekewt.