mela ḧesenî qazî xoy gêřayewe witî ewa...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  940 Dîtin

mela ḧesenî qazî xoy gêřayewe witî:

ewa qazîn le çwarta jinêk destî pyawêkî girtibû hatne lam. jine witî qurban cenabî qazî! em pyawe mêrdime emewê tełaqim bida û le kołim bêtewe. witim daykim tełaq şitêkî baş nîye. bo çi tełaqî lê wer’egrî. paş ewe eger to daway tełaq bikey hemû ḧeq û ḧiqûqêkit eřwa. jine witî qebûłme. witim axir leber çî wa weřz bûyt, nefeqet nadatê çîye? witî qurban nefeqem edatê, bełam... witim de daykim qise bike. jine witî

qurban şer’ şermî bo nîye, şewê de dwanze car heł’estête serim, min taqetî ewem nîye. witî emem be lawe seyr bû, pyaweş hîç deng naka. witî řêkim xistin leser ewe ke şewî pênc car îşî şer’î biken û lewe zyatir nebê. jine řazî bû. pyawe hełîdaye witî qurban pirsyarî lê bike, eger pêwîstim be berkuł û qerz hebû emdatê? jine bemeş řazî bû. le paş sê řoj jine hatewe witî qurban necatim bide le destî. witim çî buwe? witî be sê şew berkuł û qerzî şeş şewî lê sendigim. naytiwanim, em qerzey le kwê pê edrêtewe.