eḧey kiřnû nexoş ekewê ew serdeme...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  921 Dîtin

eḧey kiřnû nexoş ekewê. ew serdeme ḧekîmêk le suleymanî ebê eçête lay ḧekîmeke dermanêkî bidatê û çarêkî bika. ḧekîmeke le paş timaşakirdinî ełê xałe ḧemed to le dił xałyetyewe wat lê hatuwe. eger diłit tozê hêzêkî tê kewêtewe çak ebîtewe. dermanekeşî eweye bênî ta sê řoj, her řojê dû car beyanî û êware dû fiřûcî sûrewekiraw, dû şilkêne be řon, çwar hêlke be mêxleme bixoy û kaseye fiřnî bikey beserya, paşan hêłinc bidey biřşêytewe, ta sê řoj eme bikey îtir çak ebîtewe. eḧey kiřnû tozêk řa’emênê û ełê:

ḧekîm başî! ewe to be řîşî xot pê ekenî ya be řîşî min? ewaney ke to efermûyt eger yekêkî tir bîxwa û biřşêtewe min be sînebaz eyqozmewe.