meḧmuwaẍa hebû lew wiłatî dêbuwkirye...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  709 Dîtin

meḧmuwaẍa hebû lew wiłatî dêbuwkirye, lekatî xoya diłî çûbû le jinêkî «piştimałe », hênabûy. kuřêkî lê bûbû, kuř gewre bû û bû be kuřêkî qoz û ceḧêł û le řastîda pyawêkî pyawaney lê derçûbû. bełam bawkî her lêy řazî nebû we bełkû hemû car her qisey pê ewt û lewane bû legeł kuřekanî tirya -ke le jinêkî tir bûn- cyay ekirdinewe. kuře le barya nema îtir. řojêk witî: to em hemû qiseye be min ełêy, leber eweye kedaykim piştimałeye, eme sûçî xot bû, ba tozê xotit bigirtaye biçûytaye jinêkî xanedanit bihênaye, ba kuřêkî bibuwaye wekû xot û birakanim pyaw buwaye. meḧmuwaẍa serî daxist û witî: řołe! to kuřmît min behełeda çûm.