kabrayekî simayl ’uzeyrî hebû le wiłatî çeqij...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  680 Dîtin

kabrayekî simayl ’uzeyrî hebû le wiłatî çeqij û qaykende derwêş řeḧîmî naw bû. îş û karî her dizîy bû, şewêk eçê bo dizî û hîçî des nakewê. keřekêkî pê ebê day’ekenê eydate bin destî û dêtewe, jinekey eçê be pîryewe, keřekekey bo girtimołekî lê wer’egrê. lay wa ebê buxçe cilî dizêtîye hênawyetewe. ke seyr eka eme keřekelotî řeḧîme. ełê řeḧîm ewe çît hênawe? ełê ewe keřeke. ełê małwêran ewe keřkekey xote. ełê afret deng meke eger be destî xałî bihatmayewe kismekem lê têk eçû. ewem le xoman dizîwe ta be destî xałî negeřêmewe.