’usman şarbajêřî gêřayewe witî lew berkêwe...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  971 Dîtin

’usman şarbajêřî gêřayewe witî:

lew ber kêwe kabrayekî řezaqurs ebêt be mîwanî małêk. tozê nasrawî pêşûyan hebû legeł małekeda. kabra boy da’ekutê û her nařwa, małekeş herçende pilarî tê egirin karî tê naka. řojêk jinî xanexwêke pêy ełê êsta mindałekanit, bestezmanane, lewaneye leber ewey ke demêke neyandîwît ebê diłyan zor nařeḧet bê, ewe hîç bîryan nakeyt, lewaneye ême bîryan bikeyn, to çon ebê bîryan nekey? tuxwa ke çûytewe le batî êmeş çawit pêyan bikewê. kabray mîwan witî:

wełła řast ekey, wexte swêm bibêtewe boyan, her êsta eçim řa’espêrim hemû bên bo êre, ba êweş çawtan pêyan bikewê, ewe baştire bo suknayî êwe ta min xom be tenya biçim byanbînim.