zemanî zû ewey ke êsta pêy...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  981 Dîtin

zemanî zû ewey ke êsta pêy ełên:«meḧamî» we ya «parêzer» danehatbû. le batî em nawe «ewqat» we ya «wekîl miraf’e» hebû. her karesatêk řûy eda, serçawekey hemûy mela bû ke ew karesataney ebřîyewe, bemane ewtira «şer’». ca eger karesatêk řûy bidaye dawaker we ya dawlêkiraw, ewqat we ya wekîl miraf’ey řa’egirt, em ewqat û wekîl murafe’aneş her mela ya mîrza bûn.

carêk kabrayek cinêw eda be kabrayekî tir, ełê kêrî řût be quzî daykit. kabra çuwe lay mela şikatî kird ke cinêwî way dawetê, mela nardî be şwên ewî tira. ewîş leber ewe ke îşeke zil bû, wekîl murafe’eyekî řagirt, hemûyan çûne lay mela. mela řûy kirde kabray cinêwder: to cinêwêkî wat dawe bem pyawe û eme «qejif»e.

wekîl murafe’e hełî daye witî eme cinêw nîye, ba eger kêrekeş kêrî bawkî bê. mela řûy kirde cinêw pêdraw û witî hîç heqêkit nema beser ew pyawewe, eme «qejif» nîye. biřo ba kêrî be quzî daykî wekîl murafe’e bêt, wekîl murafe’eş demî ebê be tełey teqîw û řazî ebê be qeza û qeder.