mela fetaḧ hebû lew mukiryane heta biłêyt...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  764 Dîtin

mela fetaḧ hebû lew mukiryane, heta biłêyt naşrîn û nahemwar bû, bełam le qiseda girewî birdibowe û zor qise xoş bû. kuřêkîşî hebû mela ’elî naw bû, mela ’elî le fiqêyetî bû bû, hemûcar hatuçoy małî xoyanî ekirdewe bo serdan, be pêçewaney bawkî, em însanêkî řêkupêk û cwançak bû. mela fetaḧ wekû ’adetî pyawêkî be we’î û bedîn, da’ma awêne û kil û kiltûr û meqestî pê bû, bo řêkxistinî ser û řîşekey û çawřiştinekey, mela ’elî kuřî her car ke eçuwe małewe, seyrî ekird ewa bawkî çawî řiştuwe û awênekey be desteweye şukirî xwa eka,«ḧemd û sena bo ew xwaye ke êmey be çaktirîn sûret dirust kirduwe!» mela ’elî kuřîşî hîç dengî ne’ekird.

řojêk mela ’elî çuwe derewe yekêk lêy pirsî bawkit le małe? witî: bełê! witî: çî eka? xwa exa be dirowe!