kuřêkî baqlanî çûbuwe feqêyetî geyştibuwe...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  798 Dîtin

kuřêkî baqlanî çûbuwe feqêtî, geyştibuwe kitêbî «alnimusc» her ke kitêbekey egirt be destewe xewî lê ekewt. wextî serdanî małî xoyan hatbû, çuwewe bo serdan, mangayekyan hebû zor lasar bû, ney’ehêşt bîdoşin. daykî kuře be tewawî be destyewe kewtibuwe ’ezyetewe. ewa daykî kuře mangay hênawe, gwêrekekey xistote berdemî, xoyşî goranî bo ełê keçî manga her leqe ehawêjê û nayełê bîdoşin. kuřey feqê her ke çawî beme kewt xêra çû «alnimusc»ekey hêna le berdemî mangada panî kirdewe. daykî witî ewe çî ekey řołe? feqê witî:

daye deng meke ba xewekey lê nezřê, her êsta xewî lê ekewê û be arezûy xot û be şêneyî bîdoşe, min hemû car ke kitêbeke egirim be destimewe xewm lê ekewê, lê geřê êste emîş xewî lê ekewê, her to deng meke ba xewekey nezřê.