bo şare cwanemergeke

Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 4 Xulek  591 Dîtin
ke bałamboNava taybet
destî kirde mil şinrwêNava taybet
beramber kanî ’aşiqan
be řoj û be şew
bê ewey çaw biçête xew
wek pasewan
destew nezerî şar westan
neyan ezanî řojê dê
tem û xemê dayan egrê
beser termî hezarana
termî şarî xamoşana
ebê bo kurd qiřan bigrîn
bo şarî xamoşan bigrîn
lepiř bigrîn
bexuř bigrîn
caran, caran
caranî zû
wam ezanî
bedes şeř firoşanewe
tak û tera, lêre û lewê
her mirov cwanemerg ebê
xeyał, ew xeyałey nebû
şarîş, gewre bê, yan biçûk
be biruskey tawanbaran
sitemkaran
wek mirov cwanemerg ebê
hêroşîmaNava taybet û nakazakîNava taybet
le dûrewe
bedem nałey etomewe
hawaryan kird!
xwên xore mirov xorekan
çiłêse têr nexorekan
bazirgane faşîstekan
qase û gîrfan peristekan
be xwênî ême serxoşin
şeř firoşin
xwên enoşin
çawsûr û etom hawêjin
jehrî zor û sitem řêjin
êmeyan kird be gořistan
bo hezaran hezar însan
caran, caran,
caranî zû
wam ezanî jehir û derman
boye heye
boye ew dahênaneye
bo bize û bo geşey însan
eweş ke mar û mêruwe
mêş û megezî zînduwe
mirov jehrî bo řiştuwe
ke çî hełebceCihy cwanemerg
bedem gyaneławe witî:
le newroza
le kurdistanî bê naz û
dił şikawa
le hełbicey çepkegułî
lemêje sîs û jakawa
bombaranî jehir û derman
be hezaran mergî baran
be hezaran cergî taran
lenaw dozexî sitemda
le gilar û paşerokî
sałanî çerxî bîstemda
min lêrewe çawim lêye
miryem dû gilêney pêye
dû çiroy wa be kołewe
demî nawete xołewe
xoy werîwe û çiro sûtaw
dem egêřê bo qumê şîr
bo çořê aw
firîşteye û şipirzeye
bînayî nustûy bêşkeye
lankî wa be kołewe
be tep û tozî xołewe
her ke ser xoy kewtotewe
neyzanîwe
le dozexî ew řêgeye
cergekey lê ber botewe
xestexane
pîre xidirNava taybete û mîwane
bedem henase û tasewe
bedyar çawî nenasewe
witî taze bo çî bijîm?
bo kiłołîm, çareřeşîm
baxewanî şeş baxçenîm?
kwa kê witî lem wiłate
berhemî yeksanî qate
temaşa tabloy em şare
term û laşey be hezare
le hemû řeng
le hemû deng
eger mirove, ger ajeł
seranser têkełn, têkeł
gişt le mirdina yeksanin
yek behan û yek bayexin
bebê ewey pê bizanin
ke çeře dûkełî jehir
le cêy hewrî baranawî
řişmałî mirdinî hełda
be ser şar û deşt û derda
wek řehêłe
le yek tawa
mirdinî nîw deqîqeyî
pol pol mirovî kurd barî
be çend çirkeyek çî ekirê
çî gyandare ebê bimrê
be dyar zeqey çawî herçî
binke û dezgay însan heye
her çî ke wa encumen û
destey nêw dewłetan heye
be ber çawî çî ayîn û
çî felsefe û wîjdan heye
çî încîl û qur’an heye
mesîḧî û musułman heye
caran nalîKes
bo «ḧebîbe» û
bo xak û xołNava taybet şî’rî ewt
yan mewlewîNava taybet
bo mergî «’enber xatûn»y
bexuř firmêskî şî’rî řişt
xo «kemalî»
bo eḧmed muxtarîNava taybety şa’îr
diłope eşkê bû dirişt
dwênê goranNava taybet
bo «hîwa»y cigergoşey û
«saway bê dayk» çî newt
bełam şa’îrî kurd emřo
ebê pirsey şî’rî germ
ne wek bo taqe însanê
bo gełařêzanî mirov
mirovî kurd
bem behare
bo werzî xezanê danê
bo werzî xezanê danê