bo çawe geşekanî dêrîn

Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 1 Xulek  452 Dîtin
biray min û bawkî dêrîn!
çak ezanim
lew řojewe ke gilawî
ke girde nişîn kirawî
ke kewtiwîte ber şepolî tîjî jyan
le qełbezey pêkenînewe bo giryan
agam lêye diłit tenge
xem wek şare zerdewałe
lenaxî to wirûjawe
wîze wîz û jawe jawe
řojî řûnak şewe zenge
jyanêkî tifit û tałe
bełam... bełam
kakî biram!
çawim lêye
wirey toy beserda załe
her ke sîmat exwênmewe
çeşne zatê ebînmewe
ełê: derfetî jînekem
temene zor şîrînekem
ba kemîş bê
ba xemîş bê
pişt be bîrim, be hîwakem
ew befir bê, min çyakem
ełê: hewênî em jîne
wire û kêşe û nebezîne
diřkî ye’is û na’umêdî
pêşêl ekem
ebê bijîm, ebê bijîm
bo wefay wefa şîrînim
bo çawî geşî dêrînim