pepûlekan

Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 4 Xulek  808 Dîtin
firîştey soz!
her wekû carekanî tir
emcareşyan
zû ke bê be hanamewe
toş ey behre!
bo hewênî şî’rêkî nwê
hîç meweste, firya kewe
dinya şewe
bełam kip û xamoş nîye
pêkenîne û serbiřawe
xoşîy wine
bo nazanî
ew şî’rey be diłî mine
zadey xem, berhemî şewe?
baxçey temenî şa’îrîş
payzêkî dił şikawe
bełam bełam
beser liqî here berzî
sê nemamî ew baxewe
zerdexeney sê çiroye û
wekû xozge, wekû oxey
lew nemamane aławe
wa em şî’rey pê řiskawe,
1
to ey «jêwar»y êsk sûk
beçke çolekey bê denûk
ey simore!
ey noberey nemamekan
şadim bewey
legeł toy temen sał û nîw
qise û bîrewerîm zore
ey to nebûy
wekû gułê leserçinar
geşaytewe
şepol şepol, be hajehaj
geşe û bizet
da be çem û da be kenar
be giřugał
şineşinit da be şemał
ey to nebûy
herke hatî wekû baran
diłop, diłop
nawî taze û nawî zorit
beser hemûmana baran
herke hatî
wirde xem û pejarey zor
le hêlane řewayewe
lem şeweda
bê ewey řoj bibêtewe
giznigî xor
hî geş bînî
be bizewe geşayewe
ke hatî
be maç û nuquł
be şî’ir û guł
baweşt bo kirayewe
ey berxeke!
cergî cergî heme heme;
ey perwerdey koşî naz û
xoşewîstî em serdeme
ey řołey zît
jîr û bizêw
to minałî, yan siḧrêkî
takû lenaxî naxewe
nizîkit bîn, xoşman bwêy
nazit bigrîn, hêşta keme
hêşta keme
(2)
toş soma gyan!
somay çawekanî şa’îr
ey xunçey taze pişkûtû
tenya le wênekeda dîtû
korpey baweşî namoyî
ay çen siteme bê toyî
řołe, řołe!
ey karjole!
hełbet êstake têm nagey
toş û hezaran berx û kar
hezaran şwan
bax, baxewan
terey kełbey gurgî harin
awarey dêhat û şarin
bêzarî dûpişk û marin
em wiłate
daristanî karesate
em hezar û yek şeweye
şare û hî zerdewałeye
faşsitekan
gurge řegezperistekan
piř be dinya elûrênin
tamezroy firmêsk û xwênin
zerdexeney lêwî sawa
etasênin
bêşke û colane eşkênin
şaroçke û dê eřuxênin
segî harin, segî harin
heł ebezin, da eberzin
yan, eweřn, yan egezin
marin marin
bo pêwedan efîşkênin
birsî û tînûy pelamarin
şêt û harin
pol pol minał exnikênin
eyanewê
aşî şeř bexwên bigeřê
pirseyan bo hemû ewê
kanî řûn û karêzî pak
tînû eken
le wiłatî řeş û řûta
gułegenim esûtênin
wekû beraz
bêstan û bax pêşêl eken
gořistanman bê kêl eken
des bo şeref dirêj eken
leser bermałîş nwêj eken
soma! soma!
herçîm wit û herçîş ełêm
hemûy waye
cam piř buwe û lêy řijawe
lêy řijawe
3
sana, sana,
toş wek soma
ewendey be gyan nizîkî
be henase û şêwe dûrî
ey pepûle!
xem xem nîye,
gêjełûke û gerdelûle
demê sałe
ke em şare
bê newroz û bê behare
ke em baxe
bo baxewan
gułî hemûy ax û daxe
ke em małe
yanze sałe
bo xem xore ẍerîbeket
hengiwînî ledema tałe
sana, sana
toş wek soma
çen nizîkî, hênde dûrî
lêm bibûre
ke pêt biłêm, carê saway
to nazanî
sana beçkey kotrêke
yanze sałe
leser berd û
lebin darî
hêlaney germî xoy dûre
kotrêke şeřî nawê
dijî dawe
dijî firmêsk û xwênawe
aştî ewê
meşxełî zanistî ewê
pêkenînî giştî ewê
pepûlekan
bê xem bin û, bê xem binûn
bifiřn, bifiřn
her wekû heng
bê deng
bo ser şaney hengiwîn
ke berze û pîroze û şîrîn
em şewgare
bo kwê eçê
her koç eka
newrozî serfirazî dê û
zistanî koyleyî eřwa
baxçey tase û xozge û hîwa
çepke gułî behar egrê
çepke gułî dîdar egrê
zerdexeney hemîşeyî
sana û soma û jîwar egrê