em şarezûrey êsta ewsa hemûy qamîşełan...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  615 Dîtin

em şarezûrey êsta ewsa hemûy qamîşełan û çiqił bû, zor kem awedanî têda hebû; be taybetî leber ewe ke řêbazî caf bû, awedanî hełne’egirt. le nizîkî bîstansûrewe řûbarî hebû le «tepî sefa»we beser řûbareda ehat bo bîstansûr. marêk leser ew řêgayeda peyda bûbû, řêgayekî girtibû ney’ehêşt kes bew řêgayeda hatuçû bika, tenanet swarî egêřaye dwawe. zyatir le dû mang ew řêgayey birdibowe best. be řêkewt carêk dû kesî neşareza be ḧałî ew mare, bew řêgayeda eřon, mareke lew kateda le çeqî řêgakey ewana leser řûbareke aw exwatewe. ew dû kese boyan řê’ekewê mareke ekujin.

le řojî dwayîda le bêstansûr biław ebêtewe ke mareke kujrawe. pyawêk le dêkeda hebû «mîne»y nawbû, kuřukał seryan xiste serî ke to mareket kuştuwe? ewîş witî ne. her wazyan lê nehêna axrekey kabra le xoy kewte şikewe witî ew ’aleme hemû ełên to kuştûte, ke wate, řengibê min kuştibêtim. witî bełê min kuştûme. emca mîneyan hełgirt û çûn bo seyrî mar, mar mar nebû ejdehayek bû. mîne ke çawî be mar kewt, bûrdewe le hoş xoy çû. marîş ewa topîwe, beher cor bû mîneyan hênaye hoş xoy. ewîş bûbû be qisey xoyewe her eyut min kuştûme.