caran her beyne ne beynêk yekêk řast ebowe...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  616 Dîtin

caran her beyne ne beynêk yekêk řast ebuwewe ya daway xwayî ekird ya daway pêẍemberyetî. wekû ewe ke ełê carêk lew xware kabrayek peyda bû daway xwayî ekird, girtyan û birdyane lay xelîfe, witî eme çîye her řojê yekêk ser řast ekatewe ełê min xwa we ya pêẍemberim, ey ême çîn? ême xway ser zewîn, îtir emaney tir çîn? řûy kirde kabra û pêy wit nazanim em hemuwe çîye? ewe parîş yekêk peydabû, daway pêẍemberî ekird, witim bîkujin. kabray xwa witî çakit kird min hîç agam le nardinî ew nebuwe. herweha yekêkî tirîş peydabû û daway pêẍemberî ekird, ewîşyan girt û birdyane lay xelîfe, xelîfe witî to pêẍemberît? witî bełê. witî mu’cîzeket çîye? witî mu’cîzeyekî zor aşkiram heye. xelîfe diłî řaçenî witî çîye? witî eweye ke ezanim çîtan le diłaye, witî çîye? witî eweye ke êsta ełên min diro ekem. xelîfe destî kird be pêkenîn û berełay kird. carêkî tir kabrayekî tir daway pêẍemberyetî kird, girtyan birdyane lay xelîfe, xelîfe witî eme le birsa şêt buwe û le çiłka har buwe, bîben le aşxaney barega bîgirne goşt o řon û bîbene ḧemam bîşon û cilî pak û puxtî leber ken çak ebêtewe. birdyan wekû xelîfe witî wayan lê kird. le paş maweyek xelîfe bangî kirdewe pêy wit êsteş cibir’îl dêt be latewe, çît bo dênê? witî bełê. witî çîye? witî ełê şwênêkî çakit dest kewtuwe, hîç pêẍemberêk hergîz em xoşî û naz û nî’metey dest nekewtuwe, nekey be cêy bêłît. xelîfe witî de başe danîşe bo xot her bixo.