miçey ḧebê kişmîş hebû le suleymanî nêrmuk...
miçey ḧebê kişmîş hebû le suleymanî, nêrmuk bû, keway taqe û siłtey mawtî řeşî ekird besera, piştênî peşim, qonderey nayabî be cîře, qijekey serî her ewende řeş wicwan bû ke şaney ekird û eřjaye nawşanî etut xeyatey xawe. hendê carîş eyhonyewe eykirde bisk, çefte û mişkî řişyûdarî lûl eda be destûrî ew serdemey suleymanî eybest be serewe. simêłêkî qefî qetranî hebû le wismey egirt, çawî eřişt, řîşekeşî hemû řojê lûs û pûs etaşî, pyaw ke çawî pê ekewt eyut eme pałewanêke le pałewanan. xo êcgar feqyanekanî eşekandewe be lenceyekewe, pyaw eyut eme xeramanî çîne. hatuçûy dîwaxanî pyawan û jinanî ekird, dengêkî naskî jinaney hebû, etut kiçî çwarde sałe. ke eçuwe nawbazař û ser dukanekan pyawan lêy ko’ebûnewe be denge naskey eyut: «eyřo laço biço bew lawe». ke eçuwe naw jinan dengî xoy ekird be hî wekû pyaw, bełam lêy ne’ehat. jinan hemû eyannasî, bebê perde eçuwe jûrewe. hemû małe gewrekan egeřa. jinan eyanwîst gałtey legeł biken, lêy ko’ebûnewe le ewełewe ew bedengî wekû dengî pyaw eçuwe meydanewe, bełam leber ewe ke diro bû, eçuwewe ser denge řastyekey xoy. ewanîş derpêkeyan da ekend. îtir be tewawî ekewte ser qisey jinaney xoy eyut: «kiçê eyřo meke laço biço bew lawe». jinan û pyawanî ew serdemey suleymanî bo jyan û guzeran hemû yarmetîyan eda, ewîş be jyan û řabwardinêkî pak û puxt řay’ebward, çunke le naw jinana bonî pyawî lê ehat û le naw pyawanîş bonî jinanî lê ehat, bem bonewe nanî kewtibuwe řonewe, we ya be kurdîtir wekû mesele kurdîyekey lê hatbû. emca ke ’imrî xway kird nazanim bacî miryem şordî, yan mela ẍefûrî mizgewtî nawbazař ya xelîlî lay ḧacî tofîqî pîremêrd, çunke xelîlîş wekû miçe nêremuk bû. eme le melakan bipirse.