şêx řezay tałebanî bo...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  1221 Dîtin

şêx řezay tałebanî bo şa’êrî nawî le hemû layek derkirdibû. gelê car şa’îranî ew serdeme şî’ryan da’ena, boyan ebird bo ewe ew pesendî leser binûsê. ewîş bo ew şitane ke be diłî nebuwaye yek şi’ir danabû boy leser enûsîn, wekû legeł şa’îrêkî qizliceyşa emey kirdibû. yekêk hebû le wiłatî koye mela temateyan pê ewt. hendê şi’rî danabû, birdibûy bo şêx řeza pesendî bo leser binûsê. kabraş nawî şi’rî nabû «ře’d», şî’rekanîş emane bûn:

şa’îrî biłindî her dû wilayet
xwa bithêłê bo feyz û keramet.
yaxwa bexêr bêt bo wiłatî koye
daym be xizmetan wek min bo toye
to şêx řezayt û tixilsî min ře’d
ba bîzanî min şa’îrêkî piř awazim.
ême şa’îr bûyn le bawik û bapîr
do’agoy şî’rîn şa’rî î’zazim
nawman le dunya wek nawî toye
zemanêk bû bo dîdarit awat xwazim
teqdîmtan ekem em ẍezele cwanem
«tiqrîv»y bifermûn bo ser firazim
umêdewarim be lutfî barî
bo min daym me’denî řazim

eme enûsê û eynêrê bo şêx řeza, ewîş bem şî’rey xwarewe pesendî eka û boy enêrêtewe:

ey tiřit ře’d û tist řeşeba
hikza ariskim cida û aba’Erebî