şêx babe’elî tekyeyî û mela ’ewłay pesoy...
şêx babe’elî tekyeyî û mela ’ewłay pesoy kitêbî «xilase alḧisab» le lay mela ’umer efendî hewlêr exwênnewe. babe’elî be mela ’ewła ełê min taqetî berê berê û henûke henûkey mela ’umer efendîm nîye û lêy tênagem, bêmewe eçîn le kořî dersekeda da’enîşîn, to be puxtî werî bigre û paşan be minî řewan ke. mela ’ewła ełê babe’elî şitî wa çon ebê? babe’elî ełê be gwêm ekey başe, be gwêm nakey bew dare ser û beçkit enême yek. naçar mela ’ewła řazî ebê.
le paş tewaw kirdinî kitêbeke be cûte pêkewe eçin bo byare bo lay mela qadrî byare. le byare mela nebî nawêkî xełkî ew bałekayetîyey lê ebê, ke ewîş her bo ewe çuwe ke le lay mela qadir bixiwênê. em «mela nebî»ye pyawêkî zîrek û legeł zîrekyekeşya tozê bê eqłî hebû. her feqêyek biçwaye bo byare legeł egeyşte ewê, bebê ewey çaw bikatewe mela nebî be pirsyar lê kirdin day’egirt û eyşiłejand, way lê ekird ke be tewawî bo lewedwa çaw tirsên ebû.
babe’elî û mela ’ewła nawî em mela «nebî» yeyan bîstibû ke waye, egene nizîkî byare mela ’ewła ełê babe’elî êsta ême eçîn û mela nebî be pirsyar damanegrê, lewaneye neyzanîn, be tewawî ḧeyaman eçê. babe’elî ełê mela ’ewła eme lê geřê bo min, min ’îlacî ekem. eçin û egene cê, mela nebî û feqêkanî tir dên be pêşwazyanewe. xełkêkî tirî zor ko ebnewe, babe’elî be bê ewe bêłê mela nebî bête ziman ełê mela nebî pirsyarêkî fera’iz: «pyawêk mird, jinêk û kiçêk û kerêkî le şwên becê ma, çon mîratekeyan bo beş ekey?» mela nebî ełê: jineke heşt yek eba, kiçeke nîwey małeke eba û ewestê. herçend fîkir ekatewe hîçî tirî bo naye, le paşa ełê ewey ewan dyarin, bełam şer’î şerîf bo em kere nayete xeyałim êste keçî danabê, em meseleye min nayzanim, dwacar seyrî enwarî meznî bo ekem. îtir bibřay bibřay mela nebî neywêra carêkî tir le ’astî ewan bête ziman, bełkû ew çawtirsênî ewan bû. ewanîş paş maweyek xwêndin le byare egeřênewe bo hewlêr, îcaze le mela ’umer efendî wer’egirin.