şêx ’ebdulḧemîdî etruşî boy gêřamewe witî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  663 Dîtin

şêx ’ebdulḧemîdî etruşî boy gêřamewe witî:

şêx nûr miḧemmedî birîfkanî pyawêkî be dîmen û nawdar bû. ke ehate mûsił xanûyekî serbexoy xoy hebû, lewê ebû. pyawe gewrekanî musił hemû ehatin bo dîdenî, dîwexanî hemû dem germ bû. mam tehayekî qise xoş hebû muxtarî yekê le gundekanî etřafî mûsił bû, řojêk ewîş dê bo dîdenî şêx, ew da’enîşê berebere muwsiłyekanîş dên, her mûsłîyek dêt şêx pê ełê «fewq». her fewqêk ekirê mam teha tozêk exşête xwarewe, ta ekewête lay dergake. carêkî şêx çakuçûnî legeł eka ełê: mam teha çevenî? mam tehaş ełê: ezbenî çevenim, «fewq» yikî tir bike, ez le derême. şêx nûr miḧemmed dest eka be pêkenîn ełê: mam teha emane be mîvanî hatîne debê byanřêzênîn. mam tehaş ełê: ezbenî wekû bizanî ez quzliqurtim.