şêxî burhan burhan gundêke le wiłatî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  549 Dîtin

şêxî burhan.

burhan gundêke le wiłatî mukiryan, şêxêkî lê buwe be nawî şêxî burhanewe nawî derkirduwe, nawe esłyekey yusif û leqebî «şims aldîn» bû, serdemî jyanî sedey nozdehem bû, şêxî burhan yekêk buwe le şêxe paye berzekanî ser binemałey şêxanî tewêłe le kořî agirdanî mewlana xaldî neqşebendî. payey şêxî burhan şêxî řasteqîne buwe, xoy pyawêkî dewłemendî be řastî dewłemend buwe dewłetekey le koşşî xoy û le mîratî baw û bapîryewe bo mabowe, çawî le destî xełk nebuwe, nanî dawe be xełk nanî kesî wernegirtuwe.

le małî taybetî xoy 30 manga, pênc cûtega û de êstirî terxan kirduwe bo xaneqa, gawan û cutyar û darkêşî bo řagirtûn, şîrî em mangayane bo mast û doy awen û řewenî murîdanî xaneqa berhemî cûte kanîşî bo xaneqa, êstirekanîş hemû řojî têřwan bo dar û sûtemenî xaneqa, ew ’aleme le dûr û nizîkewe hatûn nan û şorba û hemû şit ḧazir buwe, çend lewê mabêtewe û be zîkir û fîkirewe řayanbiwarduwe, eger murîdekanîş şityan hênabê pyawî taybetî hebuwe lêy wergirtûn. her le xaneqada ’emar hebuwe birawete ewê û derxiwardî murîdan dirawe bebê ewey têkław be małî şêx kirabê.

řabwardinî xoyşî wabû! gwêdrêjêkî hebû, hemû řoj swarî buwe, çuwe bo ser řez û zewîwzarî xoy, xoy be destî xoy bijarî řezî kirduwe, bêłkarî kirduwe, be destî xoy genmî weşanduwe, awî dawe û dirûyetîyewe, şenubay kirduwe, birdûyetîye aş hařîwîyetî, lewe le małewe nanî bo dirust kirawe, wekû biłêt daym le řyazet û çewsanewey nefsida buwe, zortirîn xwardinî nan û şorbayek buwe ke xoy be destî xoy hênawîyete dest, mîwey exward, ewîş her lewe ke xoy be destî xoy le řezekana eyhênaye encam, hemû dem û derzî û dezûy pê bû, cilekanî xoy pê edûryewe be hîç cor erkî ne’exsite ser kes. le kořî muraqebey sofîyekana eçû serî ena singyanewe muraqebey ekirdin, hemû sałêkîş çiley ekêşa, eme bû şêxî burhan.