heta cengî yekemî cîhanîş 1918-1914 lew...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  358 Dîtin

heta cengî yekemî cîhanîş 1918-1914 lew kurdewarîye zor car cema’etî mizgewt seyryan ekird yekî le ehlî cema’et dyar nîye, we le guzerî bazař temaşayan ekird yekê le dirawsê dukanekan dyar nîye û dukanekey daxrawe, eçûn beser wextyewe bizanin bo çî dyar nîye, ke eçûne małekey û xeberyan epirsî eyut: ewî řastî bê her yek kiras û derpê we ya yek keway heye çiłkin buwe û şordyane û hîçî tir nebû leberî kem, le małewe danîştim ta wişk ebêtewe û bîkemewe berim û bême derewe!