cemal ’arf boy gêřamewe witî sałî 1923 le...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  445 Dîtin

cemal ’arf boy gêřamewe witî:

sałî 1923 le suleymanî be nawî mewlûdîyewe kobûneweyek le mizgewtî gewreda kira û hendê qisewbasî nihênî lew kobûneweyeda legeł çend kesêka kira. şêx meḧmûd kaẍezêkî bo şêx eḧmedî barzanî û hendê serok ’eşîretekanî wiłatî badînan nûsî ke ewan lew wiłatewe şêxîş le wiłatî emla qoł biken be qołî yeka û be hemûyanewe biçin begij ḧukûmetî ew wexteda bo wergirtinî ḧeqî kurd. witî: em kaẍeze dira be min ke biçim bîgeyenim û wełam bênmewe. witî: řoyştim be bêdengî û çawim be gelê lew ře’îs ’eşîretane kewt û kaẍezim danê. macîd mistefa ew wexte qa’îm meqam bû le amêdî. be nawî hawłatî û zabtî û dostayetîyewe bûm be mîwanî ew. pêy witim cemal çon hatûy bo em wiłate? witim: bo geřan û bo dîdenî to, yek dû řojî tirî pê çû dîsan lêy pirsîmewe çon hatûy bo em wiłate? minîş her bew core wełamim dayewe, we maneweşim ew çend řoje lewê bo ewe bû ke ře’îs ’eşîretekan hemû pyan witim ême legeł em bizutneweye dayn, paş çend řojêk werewe cwabî kaẍezekeşt edeynewe bîbewe bo şêx meḧmûd.

witî: ewendem zanî macîd destî bird yeke yeke ew kaẍezaney ke min hênabûm bo serokî ’eşîretekan û zor be nihênîş îşekem girtibû û derî hêna û xistîye berdestim! her wa le şwênekey xom wişk bûm! be şwên eweda destî bird kaẍezêkî tirî derhêna ke lelayen muteseřîfî musłewe nêrrawete ser ewe ke bew nawewe qa’îm meqam bimgirê û be bałbestî bimnêrê bo musił û lewêwe bimnêrin bo beẍda. ke emem dî be carê wişk bûm, wişkibûnekem le tirsî girtineke nebû, lewe bû ke min ew îşem zor be nihênî kirduwe ke çî bem core biław botewe, witî: macîd pêy witim:

cemał! eger to řast ekey, werewe ewa êsta min pyawî ḧukûmetim, lem deqîqeye zyatir nîye tifeng ekeme şanim, ewa ařařat dyare, pêkewe eçîn û edeyne şax, çîman pê bikirê eykeyn, xełkî tirîş lewê heye legeł ewan dest ekeyn be îşkirdin, to hatûyt bo lay emane, emane, hemû diro eken, hemûyan le jêrewe legeł ḧukûmetin, yeke yeke ew kaẍeze nihênîyane ke to hênawte bo ewan hemûyan hênawe bo min, beweşewe newestawin xeberî em hatnetîyan geyandotewe muteseřîfî musił, ewîş be fermanêkî řesmî kirdûyetî ser min ke bitgirim û bebałbesteyî bitnêrim. emeye ḧałî em serokane, bebê çirpe bew şwêneda ke hatûyt her bew şwêneda bigeřêwe û xebereke berewe bo şêx, minîş natgirim eger serîşim têda çuwe. witî: hendê parey damê, xoy legełim hat ta qeraxî şareke, bebê ewe polîs pê bizanê řewaney kirdim xistimye ser lařêgeyek û witî: lêrewe biřo, witî: ta le sinûrî amêdî derçûm her be lařêga û betirsewe ehatim, bew core geyştimewe wiłatî suleymanî û çûmewe bo lay şêx û karesatekem tê geyand!