nesret xanmî seqzî sereta hawserî ’ibdûłła...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 5 Xulek  453 Dîtin

nesret xanmî seqzî, sereta hawserî ’ibdûłła begî «misbaḧ» bû, ew nesret xanme, ke le hemû ew wiłateda be yekem nazdar û kiławlar nawbangî derkirdibû legeł «misbaḧ» da řê nekewtin, dway ew mêrdêk û dû û... sere hate ser «seyfeddîn xanî»y seqiz, seyfeddîn xan kewte ser ewe ke bîhênê, her lew serdemaneda birazayekî ’elî aẍay gewrek - ke em ’elî aẍayeş kone mêrdî nesret xanim bû, ewîş kewte ser ewe ke nesret xanim bihênêt. ew kuře be řastî cwançak û şoxuşeng bû, taze pêy nabuwe beharî gencîyewe, heřetî herzekarîy bû, wekû guzariştêkî kurdî heye ełê: xuşkî xoy aşqî ebû, seyfeddîn xan tozê çûbuwe sałewe le çaw ewda hîç nebû.

řê kewt şitî seyr dênête pêşewe! lew wexteda ke seyfeddîn eçê bo xwazbênî nesret xanim, kuřekey birazay ’elî aẍayş her eçê bo ew nyaze!

ew be ciluberg û tedarekî seqzî û em be şerwał û maraxanî û piştênî peşmî destûrî gewrekyewe le małî nesret xanim ko ebnewe. seyfeddîn xan hest eka ke ew kuře tedareke bo çî hatuwe, we eger bête ser cwanî û temenîş, ewe ew kuře le cwanîşda û le temenîşa lemî ebatewe! we ezanê ke nesret xanmîş ekewête şwên ew core şitane. ełê eger nekewme xom îşim ledest çuwe!

her dûkyan dûbedû le jûrekey małî nesret xanim danîştûn, jûrêkî tirîş betenîşt ew jûrewe ebê ke dergayan beser yekewe ebê, be corêkî wa eger lem jûrewe qise bikirê le jûrekey tir gwêyan lî ebê. nesret xanmîş hestî bewe kirduwe ke em dwane le diła be temay ewn û gwaye be corêkî nadyar bo xwazbênî ew hatuwe. seyfeddîn xan çaweřêy ewe eka ke nesret xanim řêy bikewête jûrekey tenîşt emanewe bo ewey serî hendê qise dabmezrênê, nesret xanim be îş řêy ekewête ew jûre, seyfeddîn xan çawî lêye îtir be serya nařwa, xêra řû ekate kuřeke û ełê: be řastî em şerwał û miraxanî û şedeye şitêkî nayabe û mûbarekit bê, cwanêkî wekû to her ebê şitî wa leber ka, etwanim biłêm cwanî û şewketî toye wa em cilubergey cwan kirduwe! nesret xanim ke gwêy lem qiseye ebê, herçende be îş hatbû bo ew jûre, bełam îstêkî bo eka û gwê řa’egrê bo qiseke! seyfeddîn xanîş ezanê wa ew lewê xoy dagirtuwe, leser qisey xoy eřwa û ełê:

şewketî waw cilubergî wa ebê ser û swaryekî çakîşî hebê. kuřeş ełê: xan ewe to lutifit heye, herçende ’eybîşe xom bîłêm, bełam le sayey serî towe etwanim biłêm le hemû gewrkida řeng bê swarêkî tirî wekû min nebê, le nîşan şikandîşa mel be hewawe exeme xwarewe. seyfeddîn xanîş ełê: «alḧimd alilhErebî» wełła zorim pê xoş bû ke nasrawîm legeł cwançak û swarçakêkî wekû toda peyda kird. ewa nesret xanmîş lew dîwewe herwa gwêy lêye. seyfeddîn tê heł’eçêtewe ełê:

aẍawatî gewirk dewłemendin û le hîç şitêka natewawyan nîye, bełam ax herçende xo eweş pyawetîye le řûy mał û małdarîyewe berelêyekyan heye û hîç gwê nadenê, xo minîş herwame, bełam dîsan her pêm naxoşe û nazanim to lew řuwewe çonît? kuřeş ełê: desa xan wełła min wanîm, puł be puł û şayî be şayî ḧisab ekem û nayełim lew małeda denkê genim bexořayî biřwa.

zerdexeneyekî bo eka û ełê: xan ey lem řuwewe cenabit çonît? ewîş ełê:

pêm witî: minîş her wekû gewirk berełam, lew małey xoma be bar qend û ça û birinc û řon û kutał exeme ber destyan, agam le hîç nîye meger ewende nebê pêm ełên zexîre nemawe, enêrim ewendey tir dênin û eyxene ber destyan, tenanet o îş û karî mułkidarîş her hemûy edeme dest kabanî mał û ew beser řa’egat, min taqetî ew ḧisab û wirdekaryanem nîye.

nesret xanim gwêy le hemû em qisane bû, we neşîzanî ke nyazî em duwe her dûkyan bo xwazbênî ewe. le diła witî: min mêrd be yekêk ekem ke ḧisabim legeł nekat, nek yekêk bêt ke leser hemû şitêkî wird û dirişt legełma bikołêtewe? biřyarî xoy leser ewe da ke mêrd be seyfeddîn xan bikat nek be kuře.

qeder hênay le axra mêrdî be seyfeddîn xan kird û kuřîşî lêy bû, seyfeddîn xanîş bew tewne ke nayewe bo kuřeke bû be xawenî nesret xanim.