le sałî 1946 be dwawe medrese şiraftî êranî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  526 Dîtin

le sałî 1946 be dwawe medrese şiraftî êranî hebû le beẍda leberî kerx le «bît alniwab» beser řûbarî dicleda eyřiwanî, paşan ew medreseye hate berî řesafe, şar’ řeşîd, ḧeyderxane. kitêbxaneyekî çakyan hebû min ew serdemane legeł govarî gelawêj xerîk bûm, cige lemeş gełałey «mêjûy edebî kurdî»m dana bû, lew mêjuwey pêşû be dwawe hatuçoy kitêbxaney ew medreseyem ekird bo seyrkirdnî serçawe, hem bo mêjûy edebî kurdî, hem car carîş bo gelawêj, bew bonewe nasrawîm legeł deste û dayerey mamostakana peyda kirdibû.

«aqa miḧemed ’elî xwansarî» mufetîşî hemû medresekanî êran le ’êraq û gelê car le medresey şerafet yekman egirt û qiseman ekird. carêk qisekeman serî kêşa be lay kurd û ziman û edebî kurdewe, hełî daye witî: kurd û fars yek řegez û netewen. witim: bełê waye û her dûkyan le řîşe zimanekanî arîn. witî: zyad leme emane her dûkyan biran û le êrana hîç cyayîyek le beynyana nîye. witim: ewe wekû cenabit ełêt lewê hîç cyayîyek nîye, bełam êmey kurd le ’êraqda govar û řojnameman heye û be zimanî xoman le qutabxanekana exwênîn û be zimanî xoman kitêb da’enênin! witî: bełê, bełam le êrana leber ewey ke biran ew cyayye le beynyana nîye hemû be zimanî farsî exwênin. witim:

başe biran, biran, bełam ew birayetîye her ebê belay farsîda biřwa? boç ebê tozêkîş belay bira biçûkekeda neřwa, xo biran ba le nawçekanî kurdida tozî be kurdî bixiwênin û kemêkîş le nawçekanî tira ba tozêk lem zimanî birayîye bizanin û bixiwênin. le hemû wiłatî kurdewarî êranda eger yek taqe qutabxane hebû ke be zimanî kurdî bixiwênê ew wexte min hemû ḧeqêkit edemê, egîna biray çî û key birayetî wa ebê? wa dyare birayetîyekey kurd û fars le êrana wekû mał beşkirdinî dû birayeke. witî: ewe çî bû? witim eger bira bûynaye tozêk le zimanî em birayey xotan ezanî, bo ewe ew karesate le govarî gelawêj bixiwênnewe. ke geyşte em şwêne, ew dwayî be qise hêna û îtir minîş leserî neřoyştim.