ewa îngilîz îḧtîlalî ’êraqî kirduwe mêcer

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 6 Xulek  546 Dîtin

ewa îngilîz îḧtîlalî ’êraqî kirduwe, mêcer «son» le suleymanî toz eka - zebir û zengêkî wa enwênî her nebêtewe! fermanî derkirduwe, ke be her şwênêka ew biřwa ebê xełkeke hemû řawestin û neřon ta ew eřwa, eger benaw bazařa têpeř bibê dukandarekan berze pê hemû řawestin! mela ’elî mełkendî hemû řojê le małewe ehat, dukanekey le xwar mizgewtekey naw bazařewe bû, eçû lewê da’enîşt morî heł’ekend.

řojî mêcer «son» eyewê biçê bo naw bazař, le sera der’eçêt û řast serewxiwar ebêtewe bo naw řaste bazařeke, beber her dukanêka eřwa xawen dukan berzepê řast ebêtewe û bew core eřwa ta egate ber dukanekey mela ’elî, seyr eka mela ’elî qur’anêk lew laweye û morêkîş be destyeweye hełî ekenê, ne hesta û we ne serîşî leser moreke berz ekatewe! mêcer son leme zor tuře ebê, gwê nadatê eřwa, serewxiwar lew lawe egeřêtewe, temaşa eka mela ’elî her leberî hełnastê, eçê leber dukanekeya řa’ewestê (ewîş ser her berz nakatewe) be tuřeyyekewe ełê:

mela ’elî ewe boç hełnastî? mela ’elî ser leser moreke berz ekatewe temaşa eka eme mêcer sone, ełê: boç hestim?! ełê: namnasî? ełê: boç natnasim mêcer sonît! ełê: fermanekey minit nebîstuwe? ełê: bełê bîstûme!

ełê: ke wate boç hełnastî? we. ełê: em qur’aney ême efermiwê:

«la yitxiz alimؤminun alkafrîn awlya û min dun alimؤminîn»

mêcer son zoł û şeytan ebê. ełê: mela ’elî to ew ayete bo min exwênîtewe ey seyrî ew ayete bo nakey ke ełê:

﴿qulî alilّehumّe مەالیکە alْmulْkî tuؤْtîy alْmulْke men تەشەائû wetenzî’u alْmulْke mîmّen تەشەائû wetu’îzّû men تەشەائû wetuzîlّû men تەشەائûErebî

mela ’elî wa her danîştuwe û hełnastê, ełê bełê agam leweş heye, bełam to û ẍeyrî toyş ebê agatan lew ayeteş hebê ke efermiwê:

﴿ûەابْteẍî فییمەا ئاتەاکە alilّehu aldّەارە alْ’axîreةe ûەلەا tense nesîybeke mîne aldّwinْیەا ûەئەەحْsîn کەمەا ئەەحْsene alilّehu îyleyْke ûەلەا tebْẍî alْفەسەادە fîy alْئەەرْzî îynّe alilّehe لەا yuḧîbّû alْmufْsîdîyne﴾Erebî

mêcer son her çaweřêy eweye ke mela ’elî leberî hestê! ḧacî aẍa ew serdeme mudîrî polîs ebê le suleymanî, ke eçêtewe enêrê be şwên ḧacî aẍada ełê: biço mela ’elîm bo bêne. mudîrî polîs dê û mela ’elî heł’egrê. le řêgada pêy ełê:

min karbedestêkim leber dest em ḧakmeda, ebê bêm û fermanekey cêbecê bikem, toyş xełkî wiłatekemî û pyawêkî pîr û mûḧteremî, tikat lê ekem nextê benermunyanî legełya bicûłêwe û êsta ḧakmî em wiłateye, bê’îḧtiramîyekit legeł bika ême hemû beme diłbirîndar ebîn û hîçîşman ledest naye.

mela ’elî eba û lelay mistefa behcet day’enê, ke ew serdeme ew sikirtêrî nûsînî mêcer son bû, xoy eçête jûrewe ełê: cenabî mêcer mela ’elî ḧazre, ełê: ba bête jûrewe, ew der’eçê û mela ’elî eçête jûrewe, mudîrî polîs û sikirtêr û karbedestanî tir le pencerewe bê ya le her kwêkewe bê, seyr eken bizanin çî řû eda! ke mela ’elî eçête jûrewe mêcer son le şwênekey xoy heł’estê û dê be pîryewe day’enê û xoy li lay xwaryewe da’enîşê û enêrê ça û qawe û şit dênin û ekwête qisekirdin legełya wekû ewey karesatey bazař her řûy nedabê. lepaş qise û marîfetêkî zor ełê:

mela ’elî to pyawêkit le barî guzeranewe zor tewaw nît, êmeş emanewê pyawêkî zanay wekû to em wiłate kełkî lê werbigrê û êsta ewa min dat’enêm be mamostay mekteb mangî 250 řupye, toyş bo xot nextê ebûjêytewe û barî jyan û guzeranit çak ebê.

mela ’elî ełê: cenabî mêcer supastan ekem, min guzeranim heye. mêcerson ełê: řeng bê be kemî bizanî, ba sêsed řupye bê. mela ’elî ełê: cenabî mêcer son, xwa efermiwê: «فەابْteẍuwa ’înde alilّehî alrîّzْqe ûەاعْbudûhu ûەاشْkuruwa lehErebî» dîsan efermiwê: «îyneّ alleّhe huwe alreّzeّaqu zû alْquweّةy alْmetîynu.Erebî». cenabî mêcer son, min le mizgewtekey mełkendî nwêj ekem, hemû řojê dême dukanekem mor heł’ekenim, ewa xwa bewe řizqî dawim û pêwe beřêwe eçim, lewe zyatirim nawê. we «wemen yetewekeّliْ ’eley alleّhî fehuwe ḧesْbuhuErebî».

mêcerson gelêkî legeła xerîk ebê bêkełk ebê. lepaşa pêy ełê: mela ’elî! ewe min taqîm kirdîtewe, bew dîney ke min heme û to hete, qibûłit bikirdaye, emut ewî xirap û naşaysteye legełyan bikirdîtaye ta eyanbirdyewe dukanekey xot! bom derkewt lem wiłateda her mela ’elî mełkendî heye. we le êstawe be dwawe to her îş û karêkit hebê be her da’îreyek, ebê be bê gîrugirift hemû îşêkit bo cêbecê biken.

ełê: cenabî mêcer son hîç îşêkim be hîç da’îreyek nîye, îşim tenya be dukanekey xom heye û mizgewtekey mełkendî. paş em qisane heł’estêt û mêcer son be řêy eka ta le jûrekey der’eçê û zor newazşîşî legeł eka. le řastîda mela ’elî lew serdemeda le barî guzeranewe zor perêşan bû, bełam ew «tukil» û biřwaye way lê kird ke lepaşa bû be dewłemendêkî baş û çend ḧecî kird û lew peřî xoşguzeranî ew serdemeda řay’ebward.

hendêk lem beserhatî mela ’elîye xesrew’aẍay ḧacî aẍa boy gêřamewe.