ḧisabî bike le 1940 ewe ta 1950 ke sałî koçî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 4 Xulek  634 Dîtin

ḧisabî bike le 1940 ewe ta 1950 ke sałî koçî ḧacî tofîqî pîremêrd bû. hemû sałê min le 22y aẍustosewe le beẍda der’eçûm řwe û kurdewarî bo axrî eylul egeřamewe. lew geştema şwênî here zorim suleymanî bû, ke eçûme suleymanîş ewe lelay pîremêrd ebûm. qise lêreda eweye ke řabwardinî ew wextey silêmanî çon bû! pîremêrd małekey letenîşt mekîney kareba konekewe bû, be lay mizgewtî hemze aẍawe, çapxanekeş her lew małeda bû, lay jûrûy berheywan û kelegî bû, lay xwarwî mubeq û jûrî tir bû, xelîl qebułî û bamyekey bo dirust ekirdîn, lay řast jûrî çapxaneke bû, ’elî û eḧmed xerîkî çapxaneke bûn, lay çep baxçe bû, ḧewzekeş le naweřastî ḧewşekeda bû.

be şewan eřbabî zewq û edeb ko ebûnewe, wa tê egeyştim zyatrî leber min bû. pîremêrd şûtî exsite naw ḧewzekewe û be çwardewrî ḧewzekeda mîwe û tirê û hencîr û hełûjey da’ena, giłopî karebaş beseryewe dîmenêkî tirî hebû, dengî mekîney karebaş le dengî çeqeney aş eçû! erbab ko ebûnewe, cemîl efendî, calal efendî, sey fetḧułła, ḧacî mistefa, řemzî efendî mela ’arf, emane bêcge le celal efendî xerîkî yarî ebûn, ewpeřî yarîyekeş ta dînar û nîwêk bû, ewane kořêk bûn.

lemlawe leber berheywaneke kořî edeb û şî’ir bû, celal efenî, zor car mela meḧmûdî bêxud, mela mistefay sefwet, necmedîn mela, hendê car şêx miḧemedî xał, be xoy û birakanî û destey xoyewe ehatin, fayeq hoşyar ke ew serdeme le ḧiquq bû be hawînan ehatewe, minîş lenaw em desteyeda bûm, nûrî ’elî eczaçîş her ehat ew zyatir le qisekanî řeza begî bo egêřamewe. kořêkî tir lewlawe le mela eḧmed dîlan û ḧemey bekir û hendê carîş řeşoł be denge mela’îkeyyekey û be neway «ay, ay» newek danîştuwekan bełkû dar û gułekanîşyan exsite cułe! pîremêrdîş xoy beser em kořaneda esûřayewe, legeł hemûyana hawbeşî ekird. tenya legeł gwîndekana nebê çunke dengî xoş nebû, řemzye fendîş gelê car yarîyekey becê ehêşt û legeł erbabekanya têkeławî koř ebûn û çend be demî xoş bû ke eyut: «xałe, nawî nawim siltan alşi’ra’» (mebestî le xałe pîremêrd bû.). xelîlîş beyn beyn çay ehêna û mîwey da’ena.

wextî wa ebû xałe eydořand (çunke yarî ne’ezanî) dořanekeş wekû witim ewpeřî dînar û nîwêk bû? heł’estan be goçanekey derî ekirdin. eyut: temaşake dên şûtî û mêwekeşim exon û parekeşim lê ebenewe! bo sibey şewê ew desteye ne’ehatnewe, nehatneweyan leber xo ’ezîzkirdinyan bû, newek leber derkirdineke, çunke eyanzanî derkirdineke hîç qîmetî nîye. emca bo řojî dwayî tir xałe be telefon û be xoy aştî ekirdinewe û eyhênanewe! minîş emut xałe boç bangyan ekeytewe? eyut: ba cemîl fêrî małan nebêt!

bem core û bem kořane řayan ebuward, ta şew direng ebû, emca biławeyan lê ekird, emaynewe min û ew, da’enîşt dastanî kon û qisey řabirdûy bo egêřamewe ta min xewm ehat, paş ewe eçû destinwêjêkî eşord, hendê qur’anî exwênd, dû řikat nwêjî ekird, dway ewe xerîkî nûsînî sermeqale û nûsînî pendî pêşînan be şî’ir, bo řojnamekey jîn.

emane nimûneyek bû le řabwardinî ewsay suleymanî.