şêx miḧemed emînî mîranî boy gêřamewe witî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  365 Dîtin

şêx miḧemed emînî mîranî boy gêřamewe witî:

«nawekar» êk le sine buwe ḧemalîy naw buwe, em ḧemalîye hemû car gayekî xistote naw naweke û be peyjey sî çil pilîkaneda serî xistuwe bo nihomî dûhem û serban! em îşey ke ekird le dway tewawbûn û lêbûnewe bû le swaẍî serbaneke. ew core xanuwane hî e’yan û pyawe gewrekanî sine bû, ke lê ebûnewe gay ebirde serban ewanîş xełatyan ekird. emca her be şwênekey xoya gayekey exsite naw naweke û eyhênayewe xwarewe, ew axir řojey ke em îşe ebû, hemû ’alemî sine eçûn bo seyrî ew dîmene.

carêk yekê le şazadekanî êran eçête sine: dûr nîye feramîrza nebûbêt ew basey bo egêřnewe ke pyawêk lêreda heye ga ebate serban. enêrê be şwênya û eyhênin, pêy ełê to şitî wa ekey? ełê: bełê. ełê bîbînim? ewîş naweke dênê legeł gakeya eyxate nawyewe û serî exa bo serbanî «dermał.» şazade, emey be lawe zor seyr ebê, xełatêkî başî eka û pêy ełê pêm biłê to çon eme ekey? ełê: şahim! em gaye ke to bem gewreyye eybînî gwêrekeyekî biçûk bû, ew řoje ke ledayk bû xistime naw em naweye û birdime serban û hênamewe xwarewe, lew řojewe heta êsta buwe bem gaye hemû řojêk řojbiwarim nekirduwe birdûmete serban û hênawmete xwarewe, yekem řoj ke eme gwêreke bû çon buwe hestim be qursayî nekirduwe êstaş her wame! şazade aferînêkî tewawî eka û ełê: çakkirdin le zorkirdine!