mela meḧmûd gêřayewe witî kabrayekî...
mela meḧmûd gêřayewe witî:
kabrayekî şarezûrî tełaqî ekewê û ekewête şwên tełaqekey bo çakkirdinewey. eçête suleymanî bolay mela «’ebdûłła»y çirustanî û pêy ełê: qurwan! tełaqêkî pîsim xwardige û le řûm hełnaye bîgêřmewe, ewîş ełî: bawkim bîłê bizanim çît wituwe? ełê: bawkim le şer’a şermî bo nîye; bîgêřewe bizanim çît wituwe bełkû çarêkî bikeyn. kabraş hendê ser da’exa û paşan ełê: wełła qurwan witim jinekem tełaqit kewtiwê, her melayekîş xasî katewe bikem we quzîy daykîyewe! mela ’ebdułłaş sofîser ebê; em core qisaney qet gwê lê nebuwe, betewesêkewe seyrêkî kabra eka û be destîy îşaretî bo eka û ełê: heste biřo heste!
kabra dête derewe le xełk û xwa epirsê: ełê bełkû melayekim pîşan den tełaqim xas katewe. xełk, melay bêjwî le mizgewtî gewrey pîşan eden. em mela ’ewlaye lew řojewey ke hatote dinyawe ta ew temenî heşta û pênc sałîye wekû şêx emînî bêjwî her sofî û her le dinya dûreperêz buwe. eçête xizmetî û ełê:
qurwan! tełaqêkî pîsim xwardige, birya gûm bixiwardaya û tełaqî wam nexwardaye! çûme xizmetî ew melaye derî kirdim; êsta cenawtyan pîşan dagim, hatgim ca toyş keyfî xote, le řûyşim hełnaye bîgêřmewe. ewîş wekû çirustanî ełê: babim de bîłê! de şer’î şerîfda çi şermî têda nîye. kabra ełê: qurwan! witim we jinekem tełaqit kewtiwê; her melayekîş’a xasî katewe bikem we quzîy daykîyewe! mela ’ewla betewawî agirî tê ber ebê ełê: babim! min tełaq û wanêk çak nakemewe; eger çakim bikirdayetewe çakim ekirdewe, ewca min le quzîy dayelêy tom ebird û le qunîy babîşt, de heste biřo debeng!