şêx meḧmûy melîk le dewrî suleymanî bû...
şêx meḧmûy melîk le dewrî suleymanî bû, şeřî legeł îngilîz û ḧukûmetî ’êraqda ekird, gelê le zabte kurdekanî legeła bû, yekêk lewane ’îzet topçî bû. serdemêk le binarî telan û casene bûn. şêxî emrî dabû hemû şewêkî cim’e zîkir biken; ew ’aleme ebwaye biçûnaye kořî ew zîkirewe. zabtekan leber ewe ke xełkî tir nizîktir bûn le şêxewe, ewan bewlatrewe ebwaye le zikira bûnaye, lemaneş zoryan hebû ke biřwayan bem zikir û hera û horyaye nebû, bełam zorî şêx meḧmû řipêçî dabûn! zikirekeş zyatir leser wişey «ełła» ebřayewe; ebwaye pênc tezbêḧ «ełła» bikirdaye, ’îzet topçîş tûşî em zikire bibû, bełam em û em zikire kuca merḧeba!!
çend şewêk bem core tê peřî û ’îzet le wizeya nema. şewêk le kořekeda bangî kird: «yaşêx»? şêx meḧmûdîş witî: «bełê», ’îzet witî: «hîç»! tozêkî tirî pê çû dîsan bangî kird: «yaşêx»? ewîş witî: bełê. em eyut hîç! bem core ’îzet ta çwar car bangî ekird: «yaşêx»? şêx tuře bû witî: segî segcisin, bo min gałteçîy tom? her bangim ekeyt û paşan ełêy hîç!? ’îzet witî: qurban! to be çwar bangikirdin wa tuře bûyt û bem core destit kird be agirkirdinewe?! ey xuz êsta pêncised car bangî bikeyn û her biłêyn «ełła, ełła»; axir nałê segî segbabîne çîtan lêm ewê wa leseryek wekû cîkene bangim eken û hîç îşêkîştan nîye? şêx meḧmûd witî: ey be leḧnet bî bo xot û bo qiset! biřo negbet, îtir carêkî ke meyere kořî em zikirewe. ’îzet bem core xoy ledest zikirkirdin řizgar kird.