kabrayekî xoşnaw gwêdrêjêk bar eka le tirê û

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  559 Dîtin

kabrayekî xoşnaw gwêdrêjêk bar eka le tirê û eybate mexmûr bo firoştin, tirê egořêtewe be genim û bar da’egrê bo geřanewe; genmeke giran û qurs ebê kereke naytiwanê, leber ewe ker le şwênî xoy nacûłê; kabra, ker be barewe da’egrê be lêdan; xełkekeş lewê danîştûn, seyr eken em kabraye zorî da lem kere bestezmane. ewanîş dên têrupiř eden le kabra; hendê le barî kereke kem ekenewe û eyden be kołî kabra xoya, ełên: de êsta boxot biřo milit bişkêne. ker ke barekey tozê sûk ebêtewe îtir eřwa, ca kabra, ke le gundeke derçû serî nabuwe binagwêy kereke û pêy ewt: henûke çi derêyt? wa lêreş xizmû hene?!