le wiłatî mukiryane pyawêkî coła hebû; mam...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  578 Dîtin

le wiłatî mukiryane pyawêkî coła hebû; «mam weys»y naw bû. em mam weyse gelê carî wa hebû le benemerezî xoy (wate ben le xoy), řankuçoẍey bo xełk ekird û pêyanî efroşt. pyawêkî tirîş hebû «mam ḧeyder»y naw bû; bizne merezîy çakî hebû. jinêkîş her lew wiłateda bû pûre «esmer» yan pê ewt, teşîřêsîy ekird, bełam teşîřêsîy çak bû. mam ḧeyder ’umrî heşta sał bû, pûre esmer newed, mam weysîş tengî be sed heł çinîbû!

her lewêda «ḧeme babekir» êk hebû, dewłemend û xawen cût û ga bû, hemû sałê sepanî řa’egirt. lew wiłateda wekû nan eden be sepan, bergîşî edenê. em ḧemed babekire sepanêkî řagirt, biřyar ewe bû řankuçoẍey bo bika, bełam her boy ne’ekird û her eyut: ba mam ḧeyder mereze çakekey bibřêtewe; eybem ba pûre esmer cwan bîřêsê. ew wexte mam weys bedił bîka be řankuçoẍe. her bem core sepanekey le beharewe exsite payîz û le payîzewe eyxiste behar! le encema sepan weřz bû witî:

merez, merezîy mam ḧeyer bê,
teşîřêsekey pûre esmer bê,
cołakey mam weys, serqing ’enter bê;
em řeng û çoẍe qet tewaw nabê!