pyawêk hebû le akirê pismam ’îso yan pê...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  765 Dîtin

pyawêk hebû le akirê «pismam ’îso» yan pê ewt; kewtibuwe sałewe, lewane bû pekî bikewê, jinêkî hebû «xatû zîn». em, lew xiraptirî beser hatbû û legeł eweşa betewawî zał bibû beser pismam ’îsoda, ew bîwtaya pyaz, ew eyut sîr! mirîşkêkî zor qełewyan hebû, pismam ’îso mirxî lê xoş kirdibû, herçend bihatayete ser; ewe ke bîwtaye xatû zîn ba serî bibřîn, xatû zîn be darêk řawî ena, řawî pismam ’îso! pismam ’îsoyş her wextebû swêy bêtewe.

em pismam ’îsoye, amozayekî hebû ewîş wekû em çûbuwe sałewe. řojêk çuwe lay pêy wit: pismam! řastî min wexte diłim derçê bo goştî mirîşk, mirîşkêkî qełewman heye; herçend ekem xatû zîn nayełê serî bibřîn û minîş her ewe nîye swêm bibêtewe. ewîş hendê řaman û paşan witî: to biço xot ałoz bike, ewîş dêt ser exate serit; hîçî pê mełê, lepaş ewe ke zorit legeła xerîk ebê, emca biłê: «beřastî wanêkekem şikawe», eme biłê û îtir lêy geřê.

pismam ’îso eçêtewe małewe û dest eka be ’aczî û xobadan û hawar û nałekirdin, xatû zîn dêt be layewe ełê ewe çîte? emîş deng naka û her hawar eka. xatû zîn bêtaqet ebê, ełê: pyaweke bo deng nakey?! axir qise bike bizanim çîte? ełê: xatû zîn leqse naye û nagutrê; xatû zîn şêrgirtir ebê û zyatir ser exate serî, pismam ’îso ełê: xatû zîn waz bêne taze, îtir min jyanim bo çîye? ełê: eyeřo bo çî?! ełê: xatû zîn ewî řastî bê de’bakem şikawe, taze îtir mirdinim baştire.

xatû zîn agir ekewête kewłî û ełê: be qurbanit bim, to nexoş nebît, derdit bikewê le min, biçme lay kê ta dawdermanêkit bo dirust bika? ełê: xatû zîn, taze hîç dawderman nemawe. xatû zîn agirî ciger hełî egrê û eçê bolay mamî pismam ’îso pêy ełê: le dewrit geřêm ’îso nexoşe; bizane nûşteye şitêkî bo nakey? ełê: nexoşîyekey çîye? xatû zîn le řûy hełnaye bîłêt, encama leber agirî ciger her pêy ełêt. ewîş ełê: eme asane; min le kitêba dîwme yekî tûşî derdî kêrişkan bû, be řonî mirîşkêkî qełew çewr bikirê, cêgay xoy egrêtewe, ca eger etwanî mirîşkêkî way bo peyda keyt çarî dêt; egîna taze ledest dereçuwe! xatû zîn ełê: mirîşkêkî zor qełewman heye her êsta eřom serî ebiřim. ewîş ełê: awekeşî legeł birinicda bo dirust bike. ełê: çon naykem!

xatû zîn xilexil heřa ekatewe bo małewe xêra mirîşkeke ser ebřê û řonekey egrê û gurc eçê derpêke be pismam ’îso da’ekenê û ekewête miştumałkirdinî xencerekey. betebî’et şikawîy namênê û ser berz ekatewe û ekewête nizgerekirdin. xatû zîn ełê: o yařebî řizgar bê pismam bo dermanê nwandit, bełam ’îso yo pyawêkî xirap bûyt; şitî wat lê qewmabû bo zû dengit nekird?! de heste ewe awekeşim be birincewe bo lê nawît bîxo. carêkî tir wirya be û agadarîy xot be ba tûşî nebîtewe. pismam ’îso îtir be awatî xoy geyşit.