mela ḧesenî şatrî wate mela ḧesenî nawgirdan...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 5 Xulek  500 Dîtin

mela ḧesenî şatrî wate mela ḧesenî nawgirdan boy gêřamewe witî:

xałe meḧmûy ḧemey semînî, wirdeşatrî hebû pyawêkî pîrîy besałaçû bû, dastanêkî řaz û nyazî bawkî û xwa hebû betewawî leberî bû; witî: minîş agirî bîstinî ew dastane hełî girtim çûm bolay bełkû bom bigêřêtewe, herçend kem eygêřayewe bełam leber ewey tozê xatrî ewîstim destî nena weřûmewe û boy gêřamewe witî: bawkim xwa bîxate naw xezêney řeḧmetî xoyewe; le zemanî ḧeme paşada gişticarê lejêr dewa û ber dewara eyfermû: bînayî çawan! nazanim bêjim to çît? ewene ezanim ha, ha ewey ke ta çaw biř eka lew dirêjey asmane, to giştit dirust kirdige her biřo, her biřo, her nawřêtewe. pyaw wa’ezanê ewe biřayewe ke çî her le hewełyewes; eger min dû bałim hewê û biřom wew asmaneda, bałekanim şil ewn û wa’ezanim çûgim; ke çî asman her dûrtire ewêtewe, gerekme hesûnêkim berçaw kewê; ke çî hîç dyar nîye, ke wate to asmanit webê hesûn řagirtige. ew estêrane îjî çiray nîweşewn wek kułmêxî derwazey bazařekey şar kutyagin wew asmaneda ke îjî pîrozeye. to dest we gişt şitêkewe ejnît ke çî twêş dyar nît, řizqî mar û mêrû edey lepişt perdey ẍeywewe, ke çî eger min ew pişt perdeyew, to lewêş nît, to derya gewrekan we zirêwarîşewe hendê car eyankey we yex, hendêcar eyankey we awî řût, ke çî ew gişt gyandarane lenawyana her heł’equnêtewe, beşî giştyanit dage, nayełî kesyan webê řizq serbinênewe, min ew gyane’ lebermaye to datnyage; legeł eweda ke wemneweye min nazanim çîye! dest edem we dewarewe hełî edem êjî řostemim ke çî nazanim ew zore çîye ke têm daye û dewarekem heł ede m!

ew deştî mêrgepane lewextî behar (xwa neywiřê,) piřyesî le hełałe û beybûn, her gułê we řengê eng edatewe, giştî to dirustit kirdige, min wem firezanîyey xomewe serim tya suř mage nazanim çîye! yek tomepeřey gułekey pelêkî sûre, pelêkî kewes, xetêkî zerwame, to le giştya heyt, ke çî we çawîş nawînrêt! awekey sarûy subḧanaẍa êjî hezar çawî qirjange û ko bûgesewe û bûge wew gome, ke xwa neywiřê gişt mêgelî caf, awîy lê bixiwatewe her pêwey dyar nîye; to zyadî ekey ke çî toyş dyar nît! coge awekey ke leberî heł egîrê, le dûrewe êjî řeşmarîy bêsansûre wew pêçe û dewre eřwa, to pałî pêwe enît ke çî twêş dyar nît!

xozga carêk ebûyt we mîwanim, beremeşkeye kerem bo da’enayt we gezûy çermûgî bane û noşî gyanit bikirdaye, ewe ewwu we mufeřk bo gişt mêgelekem, welê bêjim çî pêm řazî nawî serê bikey wew kawle’aşeda, têy; welê ne min etwênim, we ne şitîş exoy, ezanim heyt welê nazanim çît! herçê min bêjim to hew nît! to fire bêkesî ke çî le gişt kesdarekan û le gişt ’eşretî caf wetwanatrî, êjin dû kes weyeko danîşin çawyan le yeke, to lepał minayt, to çawit le mine, ke çî min to nawînim, eme mocîze nîye! ew sałe min çûm bo ḧec, wityan to lew wiłatew lew wereyt, małim dî ke çî xotim nedî, wextê hatmewe jêr dewarekey xoman le «qedefer» wityan to lêreş heyt, nazanim to çît wa le gişt layekît!

bînayî çawan! ewende ezanim bawkêkit nîye û netbuwe pêt bêjê řołe, kuřyîşt nîye û netbuwe ta pêt bêjê bawe! nazanim to çît û çon bûgît? herçend wird ewmewe le kes nakeyt, xas êjim; çunke eger le kest bikirdaye her zû serit tya eçû, kesîş nîye yarîdet bida bo tunbûnewe, wekelam eger bit buwaye îşt bo ne’ekira, wekû asyawekey ḧemesenîy ḧemey nale le «mîşyaw», heta her xoy bû; dayme geř bû, ke bû şerîk legeł kawray «berlûtî» da dû řoj egeřa û çwar řoj ewêsya.

wekû pêm witgît; ezanim heyt, legişt layek heyt! wełam we taqêk nazanim le kam layt ta bêm welatewe bitgirim. xo wew sey saqe le bin destî minîşewe heyt welê lêmewe dyar nît; fêłêkî xast bo xot dîgesewe ke xot dernaxey bo kes. ewende derdit dawe wew xełke; eger xotit derbixistaye řojê xotit ewînyewe, wekelam her řojê pelêkit ekewte des hezar kes!

desa bînayî çawan berdit lê newarê! bike wexatir ew demunfûset, xotim le sûçêkewe bo derxe ba lem gêjawe derçim, to çît?! we sey saq û bałanteran, herçî êjim řas ekem, wamezane şitêkit lê ekem; qisekanit welawe «ba» newêt, pyawî dirozin binase!