pyawêkî kurdîy caf sałêk eçê bo ḧec; le...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  454 Dîtin

pyawêkî kurdîy caf sałêk eçê bo ḧec; le tewafa lenaw ew ḧeşamateda řa’ewesê û tewaf eka; seyr eka ewan şitêk ełên em hîçî lê tê naga û nazanê wekû ewanîş biłê. be her pałepestoyek bibê xoy le qufłî ke’be nizîk exatewe û destî pêwe egrê û ełê: bînayî çawan! carêk lêreyt û carêk le dwawan, wa lew řêge dûrewe hatgim bo xizmetit, destim girtige we quflesûrey berdemit, emane dawyane weyeka kes nazanê çî êjin, min wew corey ewan nazanim bêjim, toy to her yek zwan bizanî? to ke başkî û řuẍzayî û terxanît dirust kirdiwê, twê zwanî ewanîş bizanî, wew zwaney xom êjim;

toy lêm xoş wî, daykim û bawkim wetek pîzey karekerit çawyan le demî mine, minîş çawim le demî tos, demunfusêkman bo bixere kar. lew řojeda ke êjin řojî ḧelwelaye çawêkit lêmanewe wê, dinya we şeqey qyamet eřwa. îse sêpeřey beharîy şarezûr awenya bûgesewe û serî dawe weyeka, kuře kuře lew binarî bêsansûre dewaryan hełage, mêgeł le dewrya xizmexirmêsî, tuxwa zû pałman pêwe nê ba byangêřmewe; çen řojêkî tir bar eken eçin bo kwêstan, hîç newê ba le kilkey şilêr û nawxiwana firyayan kewm ew řoje ke we zwanî xot fermût we mîsrafîl fû we şaxekeya bika, têmewe bo xizmetit, eger le dwawan netgirim xo lêre her etgirim.

gunaḧî min fires, welî ’efûy to fire firetre; yekî pyaw wê eger daway şitêkî lê biken des weřûyewe nanê min lew řêge dûrewe be pişt ew ẍezewî xwawe ke pêy êjin wiştir, hatgim daway dû şitit lê ekem; yekê ewaney ke witim legeł hozî mirad weysîş we xomewe ’afûman bikey, yekê twê des bigrî we bałmewe we bêmzeřetî biřomewe bo naw ’êl, pê kuře îse çaw le dergan, îtir maława wê.

minîş ełêm: nirxî gewher, gewher eyzanê.