ezanî le sałî 1939ewe ta sałî 1979 wate...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  408 Dîtin

ezanî le sałî 1939ewe ta sałî 1979, wate mawey em çil sałe tenya 36 řoj şeř nebuwe; ke ełêm nebuwe, wate lenêwanî ḧikumetekana, egîna lenêwanî bere û tayfekana ew zor buwe, bełkû lenêwanî take takey xełka, 2,036,800,000,000 şeř qewmawe, wate hemû çirkeyek şeřêkî têda buwe! lem ḧisabeda heryek taqekesêkî ademîzad egrîn bedestewe, wate yekêk legeł yekêkî tir leser twêkłeşûtî şeřêkî kirduwe; ledway ewe, her ew kese legeł yekêkî tir û ya legeł kesî pêşû leser murûyêk şeřî kirduwe, dway ew; yekêkî tir legeł yekêkî keda leser selkê çewener şeřî kirduwe! herwa pêwe biřo! min qise lewewe nakem ke dû kes û ya sê dikes le yek kata leser dû şit ya sed şit şeřyan kirduwe; eger ewe bênîne nawewe ewe ebê ḧisabî ewe bikeyn ke em řûnakî řojey êmey dagirtuwe tenya nîwey řûnakîyekeye, nîwekey behoy ew şeř û cenganewe tarîk buwewe, ewan berî ew nîweweyan girtuwe! ca îtir qise le şeřî gyanleberekanî tirewe meke!